• Sunday, 30 June 2024
logo

Qubadî bo Malikî: Tika ye dest ji Kurdan berde

Gulan Media January 23, 2014 Hunerî
Qubadî bo Malikî: Tika ye dest ji Kurdan berde
Derhênerê Kurd Behmen Qubadî ji Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî re nameyek şand û di nameya xwe de dibêje: ‘’Tika ye dest ji Kurdan berde cenabê serokwezîr.’‘

Qubadî di nameya xwe de ku ji Malikî re şandiye wiha nivîsiye: ‘’Cenabê serokwezîrê birêz ê İraqê Malikî, ez bi zimanê Farisî vê nameyê ji te re dinivîsim, ji ber ez dizanim di wan hemû salên ku ligel heval û hevbîrên xwe we li Îranê jiyana xwe derbas dikir, bi başî fêrî vî zimanî bûn, wek bikar aniye û niha jî her bikar tînin.’‘

Nameya Qubadî wiha berdewam dike: ‘’Ez her dem ji siyasetê bêzar bûm û ji siyasetmedaran dûrparêz bûm, lê ji ber niha min dest ji vê edeta xwe aniye min ev name ji were nivîsî, sedem jî ew e ku niha em nûçeyên derheqa İraq û navçeyê de dibînin hun bi zimanê tehdîtê diaxifin.’‘

Qubadî di beşekî din ê nameya xwe de wiha dibêje: ‘’Dema ez li Kurdistana Îranê bûm mi didît di gurme gurma cengê de, pere ku li ba dewleta navendî bûn bo jiyanê, ji dêlva li ewlekarî, asayîş û kultura me ya Kurdan bê xerckirin, bi hincetên cuda cuda ên siyasî ji bo mesrefa we ya zêde û kesên wek we dihat xerckirin. Niha piştî derbasbûna wan hemû salan, xwiya ye nexweşiya petrolê û pereyên petrolê wiha li we kiriye ku bi nêt in dest deynin ser hemû tiştekî. Lê we rastî divê hevwelatî ji niştimanperweriya we reşbîn in. Di wan hemû salên ku Kurdên İraqê dihatin qetlîamkirin, dihatin kîmyabarankirin û Enfalkirin hun li ku bûn? Gelo wê demê Kurd ne hevwelatiyên we bûn? Hun hevalên xwe ji vî welatî çûn û li benda rojên xweş ên serokwezîrî û meqamekî din we bêdengî hilbijart. Lê Kurd li welatê xwe man, ligel şer, talankirin, şîdet û hejariyê roj û sal derbas kirin û bi evîndarî xizmeta niştimanê xwe kirin.’‘

Qubadî balê dikşîne ser rewşa niha û dibirse; Piştî wan hemû salên nexweş ku niha derfet çêbûye ji dêlva bi firotina petrolê hun ji nû de welat ava bikin û zeviyên hatine mayînkirin bixin xizmeta kiştûkaliyê, hu dixwazin Kurdan ji behiştekê mehrûm bikin ku li bakurê welat heye? Ji ber çavgirtina wê hemû petrola ku hun li navend û başûrê welat difroşin, çi pêdiviya we bi vê petrola Kurdistanê heye? Ya rast bi pereyên vê hemû petrola ku di 10 salên borî de we firotiye, ka we çi ji İraqiyên Şîe û Sune re kiriye ku dilê Kurdan jî pê xweş bibe, baweriyê bi we bînin û desthilata firotina petrolê bixin destê we? Lewra wiha nekin ku Behara Kurdî serî hilde. Ez di dawî de dibêjim; Tika ye dest ji Kurdan berde cenabê serokwezîr!.’‘

Basnews
Top