‘Li Îranê em nikarin bi kûrahî biçin nav cîhana jinan’
![‘Li Îranê em nikarin bi kûrahî biçin nav cîhana jinan’](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/gulshfte98.jpg )
Ferehanî got: ‘‘Rolên ku li gor hinek kesan xeta sor in rojane di vê cîhanê de çêdibin, her tiştê ku li cîhanê çêdibe mirov dikare têde beşdar be û rol bibîne. Dema li Îranê bûm tenê rolê (Ronak) ê di fîmê (Rondika Sermayê) de bi dilê min bû, Ronak di fîlmê navbirî de keçeke esmer e.’‘
Ferehanî wiha axifî: ‘‘Li Îranê em nikarin bi kûrahî biçin nav cîhana jinan û xewnên wan bicîh bînîn.’‘ Gulşifte Ferehanî li ser pirsekê di bernameya Politik de ku li ser Înternetê weşanê dike wiha bersiv da: ‘‘Ger ez mêr bim rastî tu pirsgirêkên min çênabin, ger por û laşê min nebûya tu pirsgirêkên min nedibûn, ez dixwazim bi baştirîn şêwaz rolê xwe bilîzim, hertim hinek kes hene ku gotinên nexweş û dijûnan bidin û hinek kes jî hene ku dixwazin astê min bilind bikin û piştgiriyê bidin min, ji bo min her du jî ne girîng in, girîng ewe mirov rêyeke ron û zelal hilbijêre.’‘
Hêjayî gotinê ye Gulşifte Ferehanî di çend fîlmên bi zimanê Kurdî de yên derhênerên Kurd Behmen Qubadî û Huner Selîm de beşdar bûye û bi zimanê Kurdî jî axifî ye.
Basnews