Rojîn bi soranî distrê
![Rojîn bi soranî distrê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/page_rojin-acilim.jpg )
Rojîn ji Dengê Amerîka re ragihandiye ku, di albuma nû de ji 10 stranan 2 jê bi soranî ne.
Ew dibêje, jibo fêrbûn û pêşketina zimanê Kurdî li nav ciwanan pêdivî bi çand û muzîka populer heye ku ew jî bi rêya hunerê dikare pêk were.
Rojîn balê dikişîne ser ku li nav civaka Kurd hê jî muzîka klasîk û dengbêjî li pêş e, lê meyla ciwanên Kurd ber bi muzîk û hunera modern ve diçe.
Ew hêvî dike, bêyî dûrbûna ji Kurdî muzîk û çandeke populer ya paqij ji ciwanên Kurd re were pêşkêş kirin.
Xendan