Mêrê min ji jina qelew hez dike
![Mêrê min ji jina qelew hez dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/09876.jpg )
Şakîra di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Mondo Dîportîvo a Ispanî de ku beşek jê hatiye belav kirinê, bi aşkira behsa wê yekê dike ku mêrê wê lîstikvanê yaneya Berşelona Girard Bêkê ji wan jinên ku bedena wan tejiye û qelewin hez dike.
Mondoyê diyar kiriye ku Şakîra li ser bergê kovara Glamor di hejmara xwe ya nû de derketiye û ji kovarê re projeyên xwe yên nû ragihandiye û hin hûrgiliyên jiyana xwe ya şexsî bi Bêkê re aşkira kiriye.
Şakîrayê aniye ziman ku wê ji ber xwesteka û heza mêrê xwe, sîstema xwe ya xwarînê sekinandiye piştî ku dest bi rêjîmê kiribû, sedema wê yekê jî vegerandiye ku Bêkê ji bedena tenik û zirav hez nake.
Şakîra dibêje: “Zilamê min “Bêkê” ji hestî zêdetir ji goşt hez dike û ji zeîfbûnê hez nake û ez jî weha hez dikim.”
Xendan