• Sunday, 30 June 2024
logo

Helîm Yusiv li Stenbol, Amed û Mêrdinê ye

Gulan Media December 28, 2013 Hunerî
Helîm Yusiv li Stenbol, Amed û Mêrdinê ye
Biryare îro 28’ê befranbarê li bajarê Amedê ji bo 25 saliya nivîskariya Helîm Yûsif gotûbêjek bê lidarxistin.

Li gor agahiyan gotûbêj demjimêr 13:30’an li Salona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de tê lidarxistin û ji aliyê Weşanxaneya Peywendê ve hatiye organize kirin. Beriya Amedê li bajarê Stenbolê bi heman mebestê gotûbêj ji bo Yûsif hatibû lidarxistin.

Di gotûbêja 25 saliya xwe de nivîskar tevî pirtûkên xwe yên berê bi çapên nû û bi pirtûkên nû beşdarî Weşanên Peywendê dibe. Piştî gotûbêja li Amedê biryare heman merasim di 02.01.2014’an de demjimêr 13:30’an de li Salona Vali Koçaklar a Rektoriya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê dê bê lidar xistin.

Basnews
Top