• Monday, 06 May 2024
logo

Ednan Kerîm elbûmeke nû bi navê "Wefayî" belav kir

Gulan Media August 31, 2010 Hunerî
Ednan Kerîm elbûmeke nû bi navê
Hunermendê bi navûbang Ednan Kerîm piştî çwar salan ji belavkirina Elbûma xwe ya bi navê "Emşew", elbûmeke nû bi navê Wefayî belav kir.
Navê vê elbûmê ji navê helbestvanê mezinê kurd Wefayî Mihabadî hatî ye, ev jî ji ber ku ji 8 tirakên ku di nav elbûma wî de 3 tirak ji helbestên helbestvan wefayî ne û nav ji alîyê hevalên Ednan Kerîm ve hat helbijartin û paşê hunermend bi xwe hat pesend kirin.
Tiştê Ednan Kerîm cuda dike ewe ku di her elbûmekê de tiştekê nû belê bi serûberekê kilasîkî pêşkêşî bazina hunera kurdî dike û wê bazinê ferehtir û dewlemendtir dike, elbûma wî ya berê li gel giropa Kamkaran tomar kiribû û ev elbûma nû jî li gel Komkaran tomar kirîye belê ya vê elbûmê cuda dike ewe ku bi hevkarîya orkêstiraya Taran ê hatîye tomarkirin.
Ji alîyê têkistê ve jî wek em ji hunermend fêrbûne, helbestên wî hemo kilasîkin, û mifayê ji helbestvanên weko: Wefayî, Mewlewî, Ehmed muxtar begî caf, Kakey felah, ku her yek ji van helbestvanan stêreke geşe di asmanê helbest û wêjeya kurdî de.
Top