• Tuesday, 07 May 2024
logo

Bi alîkariya Nêçîrvan Barzanî festîvala fîlma kurdî tê sazkirin

Gulan Media August 19, 2010 Hunerî
Bi alîkariya Nêçîrvan Barzanî festîvala fîlma kurdî tê sazkirin
Sînemakarê Kurd Behmen Qubadî diyar kir ku ew niha bi piştevaniya Nêçîrvan Barzanî mijûlî saz kirina navendeke çandî ya mezin in li bajarê Hewlêrê ku damezirandina festîvala navdewletî ya fîlma kurdî ye.
Fîlma sînemayê ya “Kes haydarî pişîkên Îranî nîne” ya Derhêner Behmen Qubadî, ji hêla kompanîya “Movyola” ya Japonyayê roja 7’ê Tebaxê li bajarê Tokyo hat nîşan dan û ji hêla bînerên vî welatî pêşwaziyek baş lê hat kirin, piraniya rojnameyên vî welatî rexneyên baş lê girtin û çendîn hevdîtin bi Qubadî re pêkanîn.
Behmen Qubadî di bersiva pisyara yek ji rojnamevanan de ku pirsîbû, niha rewşa jiyana te çawaye? wiha gotibû, “Ez li Kurdistana Iraqê û zêdetir li bajarê Hewlêrê me, bi nêrîna min Kurdistan yek ji cihgîrtirîn cihê cîhanê ye, ez piştrastim ku ew bajar û her wiha bajarê Silêmanî wê bibin mezintirîn navendên çandî li Rojhilata Navîn.
Qubadî herweh destnîşan kir ku em di van rojan de bi piştevaniya Nêçîrvan Barzanî mijûlî damezirandin û sazkirina navendeke mezin a çandî li bajarê Hewlêrê ne, û biryar e di vê navendê de festîvala mezin ya navdewletî ya fîlman were meşandin.
Qubadî wiha berdewam kir, “Di demek kin de dê Hewlêr û Silêmanî bibin bingeha çandî ya hunermendên Îranî ku ji ber astengiyan nikarin hunerê li welat û bajarên xwe de pêşkêş bikin, ji ber ku rewşa pêşketinê bo wan pêk nehatiye, hem di warê muzîkê û hem jî di warê fîlman de.
Jêder: avêsta kurd
Top