• Tuesday, 07 May 2024
logo

Qamişlo Yeksaliya koçkirina Aramê Dîkran

Gulan Media August 11, 2010 Hunerî
Qamişlo Yeksaliya koçkirina Aramê Dîkran
Wefadarî, dilsozî û rêzgirtin ji giyanê Aramê Dîkran re.. Ji ked û dana wî re.. Ji dengê wî û van gotinên seydayê Cegerxwîn û Zimanê Kurdî re:
Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e
Zimanê Kurdî
Bi xweş awaz e, letîf û naz e
Zimanê Kurdî
Beyta Feqî ye, kubra Xanî ye
Zimanê Kurdî
Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e
Zimanê Kurdî
Kewkeb çiya ne, kubra teyra ne
Zimanê Kurdî..
Li Qamişlo, di sibeha roja 08/08/2010 an de, bi helkefta ku salek di ser koçkirina hunermendê Ermenî/Kurd Aramê Dîkran re derbas bû, Derwêşê Xalib, Kesrayê Cegerxwîn (Kurê Cegerxwîn) û ez (Konê Reş), bi serdanekê çûn mala Serkîsê Dîkran (Bavê Dîko), birayê Aramê Dîkran û me gurzek gulên spî wek wefadarî ji giyanê Aramê Dîkran re, jêre pêşkêş kir..
Di wê serdanê de, wek dilxweşiyê ji birayê Aram re, her yekî ji me bîranîn û baweriyên xwe derbarî Aramê Dîkran û rola wî di parastina ziman û pêşxistina stran û muzîka kurdî de anî ziman..
Hêjayî gotinê ye ku, Aramê Dîkran di sala 1934 an de li Qamişlo çêbûye. Destpêka hunermendiya wê, ji Qamişlo bi helbestên seydayê Cegerxwîn destpêkiriye û nav û deng daye. Di pey re stran bi zimanê Ermenî, Siryanî, Erebî, aşûrî û Tirkî jî gotine.
Wek ku diyar e Aramê Dîkran di sala 1966an de ji Qamişlo çûye Haystanê (Ermenistanê) û jiyana xwe li wir derbas dikir.. Di 20 salên dawî de di navera Belcîka û Yûnanistanê de wek penaberekî jiyana xwe dibuhirand..
Di roja 08/08/2009 an de li Etînayê paytexta Yûnanistanê koça dawî kiriye û di roja 17/08/2009 an de li Brukselê paytexta Belcîkayê hatiye veşartin.
Sed mixabin ku xwesteka wî bi cih nehat; çendî dixwest ku li Amedê bê veşartin, lê sîstema tirkiyê ew rê nedan ku li Diyarbekirê, paytexta Kurdistanê bê veşartin.
Bêguman bîranîna yeksaliya koçkirina Aramê Dîkran ji wiha gotin û çalakiyên şermok mezintir e.. Û gazin bê fêde ne.. Sed mixabin.. Em çi bikin..?! Wek ku kurdan gotiye: Itar ji tûrikê xwe xeber dide.. Em dûr dibînin lê destê me kine.. Sed silav ji giyanê Aramê Dîkran re, ji peyva Kurdî a resen re.
Konê Reş
Qamişlo, 08.08.2010
Top