Li Çoman festîvala tûrîzmê tê lidarxistin
![Li Çoman festîvala tûrîzmê tê lidarxistin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/31dfc66d06330e263c7de80a4cbb3d41_L.jpg )
Berpirsê tûrîzma bajarokê Çoman yê Herêma Kurdistanê, Helgord Mihemed ji BasNewsê re got, em bi armanca danasîna cihên tûrîstîk yên devera Balekayetî ya Çomanê û kişandina tûrîstan, dixwazin festîvalekê pêk bînin.
Helgord Mihemed her wiha got, emê hewl bidin kompaniyên tûrîzmê jî vexwînin festîvalê û wan teşwîq bikin li devera me pirojeyên xwe pêş bixin.
Berpirsê tûrîzma Çoman da zanîn, festîvala han dê di demek nêzîk de were lidarxistin.
Basnews