Hikûmeta Kurdistanê hawirdekirina cureka masiyan qedexe kir
![Hikûmeta Kurdistanê hawirdekirina cureka masiyan qedexe kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/6427618512f54615a96e1d70600feb0f_L.jpg )
Wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya Kurdistanê ragihand, wezîra çandinî û çavkaniyên avê Bêgerd Talebanî hawirdekirina cureka masî bi navê “Karp” qedexe kiriye.
Wezaretê her wiha daye zanîn, ew fermana han ji roja 10 Kanûna îsal dest pê dike û heta fermanek din berdewam dibe.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin, ew fermana han bo parastina berhemên naxwe û piştevanîkirina xwedan pirojeyên masiyan hatiye dayîn.
Li Herêma Kurdistanê gelek hewz û pirojeyên xwedîkirina masiyên Karp heye. Ew, di werza payîzê de berhemên xwe difroşin.
Basnews