• Friday, 29 March 2024
logo

Yekemînên Kerkûkê li Hewlêrê xelat wergirtin!

Gulan Media October 17, 2020 Corane
Yekemînên Kerkûkê li Hewlêrê xelat wergirtin!
Li Kerkûkê xwendekarên li qûtabxaneyên (xwendingeh) kurdî bûne yekemîn li Hewlêrê xekat wergirtin. Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdistanê ser navê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xelat da xwendekarên yekemîn.

Xwendekên yekemîn ji bo Kurdistan24'ê behsa serkeftina xwe û astehgiyên li pêş wan kirin.

Rêveberê Perwedehiya Kurdî li Kerkûkê dibêje, "Hinek kes dixwazin pêvajoya perwerdehiya bi zimanê kurdî li Kerkûkê rawestînin. Serkeftin û xelatkirina van xwendekaran ji wan re peyamek e."
Raz Selahaddin: Gelek givaşên psîkolojîk li ser me hebûn lê mala xwedê ava...


Ji xwendekarên bûne yekemîn Raz Selahaddîn dibêje, "Gelek astengî û givaşên psîkolojîk li ser me hebûn. Lê mala xwedê ava kariyam xewna xwe bînim cî."

Şêrzad Reşîd jî di asta Iraqê de xwendekarekî yekemîn e û behsa rewşa xwendinê ya li Kerkûkê dike.

Şêrzad Reşîd: Rewş gelek nexweş e lê serkeftim!


Şêrzad dibêje, "Piştî 16'yê Cotmeha 2017'ê, em rastî astengiyên gelek mezin hatin. Ji aliyê asayîş, tendirûstî, siyasî ve taybet ji bo xwendina bi zimanê kurdî gelek astegî hene. Li qûtabxaneyan gelek astengî hene. Rewş gelek nexweş e. Spas bo xwedê em kariyan di nav van şert û mercan de ser asta hemû Iraqê bibin yekemîn."

Rewşa Kerkûkê ya ne asayî bandorên xirab ên cûr bi cûr li ser xwendekarên qûtabxaneyên kurdî dikin.

"Ev peyamek e!"


Birêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê dibêje, "xwendekarên me ji nav hemû xwendekarên zimanê kurdî, ji nav hemû xwendkarên li Kerkûk û Iraqê bûne yekemîn. Ev peyamek e: Xwendina kurdî zindî ye, xwendina kurdî berdewam e û dê berdewam bike. Gelek spasiyê li Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdistanê, Serokê Hu,ikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê dikim. Ji ber ku ev xwendekarên yekemîn ên bajarê Kerkûkê xelatkirin. Ev bixwe wateyeka mezin dihebîne. Ev piştevaniyeke mezin e ji bo xwendina kurdî."

Li Kerkûkê 40 dibistanên bi zimanê kurdî hene. 19 xwendekrarên van qûtabxaneyan di asta hemû Iraqê de bûne yekemîn. Iraq bûtçe û giringiyê nade qûtabxaneyên kurdî. Lêbelê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûtçeyê dişîne û piştevaniyê dike.

Rudaw
Top