• Friday, 29 March 2024
logo

Rojhilatê Kurdistanê werza daweşandina gûzan destpê kir

Gulan Media October 17, 2020 Corane
Rojhilatê Kurdistanê werza daweşandina gûzan destpê kir
Li Rojhilatê Kurdistanê, werza komkirina gûzan destipê kiriye û li gundekî ser bi bajarê Merîwanê darên gûzan bi zibare daweşînin.

Li Rojhilatê Kurdistanê genc û kesên bi temen, bi hev re diçin nava zeviyên darên gûzan û dibêjin, komkirina gûzan ji bo wan ne tenê kar e, ew yek ji bo wan seyraneke jî, ku bi komkirina gûzan û gotina stranan, ew dest bi seyrana xwe ya payîzî dikin.

Rûniştvanê gundê Çor Elî Qadirî diyar kir ku wan dest bi werza rakirina berhema goz kiriye û got: “Em seyrana xwe bihare nakin, em di destpêka payîzê de bi werandina gûzan dikin seyran.”

Heyamê heftiyek heya 10 rojan, hemû genc û temenên cuda yên gund û bi yekdilî û zibare dest bi werandina gozan dikin. Ew dibêjin ku ww hesta alîkarî û zibareya ku ji bo bav û kalên wan ve maye, bi heman hestê ew karên xwe dabeş kirin.

Gundê darên gûzan qeleberd tê naskirin. Rûniştvanê Gundê Çor Mihemed Nûrî jî dibêje: Temenê her yek ji wan daran zêdetirî 100 salan e. Me serdema zaroktiya xwe her di nav wan daristana gozan de derbas kiriye.”

Gundê Çor 180 mal in, êdî ji wan re bûye kultûr, dema gûzan komkirin, bi ser xelkê hemû gund de dabeş dikin. Ew napirsin ka kî ew gûz werandine û kom kirine.

Gundê Çor serbi bajarê Merîwanê ye û bi sedema ku jin û zilam bi hevre kar dikin û alîkariya hev dikin, bi gundek hatiye naskirin ku bêkar têde nînin. Ew jî bi sedema wê hesta zibare û keyfxweşiyê ye.

Rudaw
Top