• Friday, 19 April 2024
logo

MELETÎ – Hedefa di mişmişê hişkirî de hinardekirina 500 milyon dolar e

Gulan Media September 1, 2020 Corane
MELETÎ – Hedefa di mişmişê hişkirî de hinardekirina 500 milyon dolar e
Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê ku ji sedî 85ê mişmişê hişkirî yên dinyayê lê tê berhamanîn, armanc ew e ku hinardekirina wê derkeve 500 milyon dolaran.

Mişmişê Meletiyê ku ji Yekîtiya Ewropayê nîşaneya erdnîgariyê wergirtiye, werza borî (1ê Tebaxa 2019 - 31ê Tîrmeha 2020an) bo 115 welatan hat hinardekirin û 252 milyon û 661 hezar dolar dahat hat bidestxistin.

Serokê Borseya Bazirganiya Meletiyê Ramazan Ozcan diyar kir ku di bihayên mişmişê hişkirî de zêdebûneke berbiçav heye.

Ozcan bal kişand ku îsal ji bo berhemanîna mişmişê, saleke girîng e û wiha pê de çû: “Me her dem digot ku sala 2020an dê bibe sala mişmişan. Hilberînerên me niha ji bihayên mişmiş û dendikên wê memnûn in. Werza çûyî kîlograma dendikê biqalik 4 lire bû, niha jî 4,5-5 lire ye. Di bihayên mişmişên hişkirî de jî li gorî werza çûyî bi qasî sedî 100 zêdebûn heye.”

Ozcan her wiha bal kişand ku bihayê mişmişê hişkirî yê organîk di navbera 30-35 lireyî de ye ku ev reqam gelekî baş in û got: “Em dixwazin van reqaman bilindtir bikin û reqamên xwe yên hinardeyê ji 250 milyon dolarî derxin 500 milyon dolarî.”

Rudaw
Top