• Thursday, 25 April 2024
logo

Şefê Kurd Nusret Gokçe nirxê kevirê xwe 2 qat zêde kir

Gulan Media August 15, 2020 Corane
Şefê Kurd Nusret Gokçe nirxê kevirê xwe 2 qat zêde kir
Şefê Kurd ê bi navûdeng Nusret Gokçe nirxê wî kevirê 10 kîloyî ku di dema serdana xwe ya bo grava Mîkonos a Yunanê de ji bo werzişkirinê bikar anîbû diyar kir û aşkere kir ku kesên dixwazin dikarin bi 2 milyon dolaran bikire.

Nusret Gokçe ku bi şêwazê xwe yê taybet yê xwêkirina xwarinê navê wî li cîhanê belav bûye, dema ku bi wî kevirî werziş dikir, çend wêneyek li torên civakî belav kiribû û dengek zêde vedabû û piştî wê dengvedanê Nusret biryar dabû wî kevirî bibe restoranta xwe ya li Stenbolê.

Şefê Kurd destpêkê 1 milyon dolar wek nirxê wî kevirî diyar kiribû, lêbelê Nusret îsal ew kevir bi zêr rapêça ye û nirxê wî jî wek 2 milyon dolar destnîşan kiriye.

Nusret Gokçe li gel wî kevirî wêneyek xwe jî belav kiriye ku li hejmara wî ya Instagramê nêzikî nîv milyon like bo hatine.

Ew şefê Kurd ji ber şêwazê pêşkêşkirin û xwêkirina xwarinê di demeke gelek kurt de navê xwe li hemû cîhanê belav kir û stêrk û kesên bi navûdeng serdana wî dikin.

Nusret Gokçe ji gundê Bêrdikê li qezaya Ortilyanê ya ser bi parêzgeha Erzerom a Bakurê Kurdistanê ye. Kesûkarên Nusret Gokçe hêj jî li heman gundî dijîn û bi Kurdî diaxivin.

Nusret Gokçe ew kevirê 10 kîloyî di dema serdana xwe ya bo grava Mîkonos a Yunanê de ji bo werzişkirinê bikar anîbû

Di sala 2017an de peyamnêrê Rûdawê, Şewket Herkî raportek derbarê Nusret Gokçe û cihê jidayikbûna wî de amade kiribû û serdana gundê wî kiribû.

Nusret ku xwediyê restoraneke navdar e û li gelek bajarên mezin ên cîhanê şaxên restorana xwe vekiriye, di sala 2019an de li Festîvala Fîlman a Cannes de xelata Baştirîn Blogger wergirt.

Nusret Gokçe bi şêwazê xwe yê xwêkirina xwarinê navdar e

Nusret Gokçe, Kurdê Erzeromî ku niha li cîhanê gelek bi nav û deng e, di sala 2019ê de ragihandibû, ku buhayê branda şirketa wî derdora 1.5 milyar dolarî ye.

Şêf û fenomenê navdar ê Kurd ku li cîhanê jî gelek bi nav û deng e li ser sosyal medyayê dîmenê xwe bi muzîk û strana Kurdî belav kiribû û nivîsandibû, “Çawa ye?”

Ji her çar aliyên cîhanê gelek kesayetên navdar, hem siyasetmedar, hem werzişkar û hem hunermend di restoranên Nusret de amade bûne û wêne pê re kişandine.

Rudaw
Top