• Saturday, 20 April 2024
logo

Keştîvanekî NASAyê wêneyekî Gola Urmiyê belav kir

Keştîvanekî NASAyê wêneyekî Gola Urmiyê belav kir
Ajansa NASAyê bi riya keşteyekê, wêneyekî Gola Urmiyê girtiye ku tê de Gola Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî zelal derdikeve.

Keştîvanê NASAyê Eqîd Deg Herlî ku ji asîman di nav keştiyê de wêne girtiye û belav kiriye, nivîsandiye, “Gola Urmiyê li bakurê Rojavayê Îranê" tê de bi zelalî derdikeve ku hîn jî jiyan li beşekî Gola Urmiyê heye û ji hişbûnê rizgar bûye.

Gola Urmiyê, mezintirîn gol e li Rojhilata Navîn û li ser asta cîhanê jî 6emîn Gola şûr ya mezin e, rûberê wê 5 hezar û 200 kîlometre çargoşe ye û dirêjahiya wê jî 140 kîlometre û berferhiya wê 55 kîlometre, kûrahiya wê digihê 42 pê ango 16 metre .

Di dema derbasbûyî de metirsiya hişkbûnê wê golê, jîngehparêz û rêxistinên cîhanê dilgiran kiribû lê li gorî gotina serokê rêxistina pilandanîn û budceya Iranê Mihemed Baqir Newbext, di şeş salên derbasbûyî de 12 proje bo rizgarkirina Gola Urmiyê ji hişbûnê cîbicî kirine û pojeyên wan metrsiya hişkbûna Gola Urmiyê nehiştiye.,

Li gor gotina Newbext, di maweyê 6 salan de rûberê golê bi diyarkirî 1,089 kîlometre çargoşe zêde bûye û asta ava golê jî zêdetir ji 127 santîmetre bilind bûye. Newbext dibêje, “Heta niha bi nirxê roj zêdetir ji 10 trîlyon tumen li projeyên jiyandinê xerc kirine.”

Li gor amarên Navenda Jiyandina Gola Urmiyê, niha 5.1 milyar sêca av di wê golê de heye, ji bo ku bi temamî metirsî hişkbûnê li ser nemîne, divê rêjeya ava golê bigihije 14.7 milyar metre sêca.

Serokê Rêxistina Parastina Jîngeha Îranê dibêje, “Eger plan wek xwe bê cîbicîkirin, jiyandina yekcarî ya Gola Urmiyê 7 salên din digihije encamê.”

Destpêka vê mehê, piştî 30 sal ji danîna berê bingehê, bendava Çeperawê ya Şino hat vekirin û komkirina avê li wê bendavê dest pê kir . Armanca sereke ya bendavê veguhastina avê bo jiyandina Gola Urmiyê ye. Biryar e bi çêkirina wê bendavê salane 44 milyon metre sêca ava çemên Kanî Reş û Gader bo Gola Urmiyê bê veguhastin.

Ev yekem car nîne ku cihên li her çar perçên Kurdistanê dibin cihê serinca wê ajansa asmanî. Di meha Çile ya 2019an de NASAyê wêneyekî Gola Dukanê belav kiribû û nivîsandibû, “Gol di şêweyê dara Krîsmisê de ye.”

Ew wêneyê NASAyê di Berfenbara 2018an de ji aliyê Alêks Gêrsitî Feleknas ve hatibû girtin. NASAyê ev jî nivîsandibû, “Gola Dukanê mezintirîn gol e li Herêma Kurdistanê û 97 kîlometre çargoşe ye û yek ji xweştirîn cihên geştyariyê yên wê herêmê ne.”

Herwiha li Facebookê li ser Keleha Hewlêrê jî NASAyê nivîsek belav kiribû û bi “kevintirîn cihê niştecihbûnê li ser rûyê erdê” binav kiribû. NASAyê nivîsandibû, “Keleha Hewlêrê kevintirîn cihê niştecihbûna mirov e ku dîroka wê bo 6 hezar sal diçe. Bilindahiya kelehê 32 metre û xanî li nav hatine çê kirin û mirov tê de jiyane.”

NASA (National Aeronautics and Space Administration) ajanseke ser bi hikûmeta Amerîkayê ve ye û berpirs e ji bernameyên asmanî yên wî welatî. NASA sala 1957an hat damezrandin û budceya wê ya sala 2020 22 milyar dolar e. Jibilî bernameyên asmanî, NASA berpirs e ji lêkolînên medenî û serbazî yên demdirêj. Ajansa NASAyê mezintirîn ajansa asmanî ye li cîhanê.

Rudaw
Top