• Friday, 29 March 2024
logo

Du komên çiyavaniyê bi hev re çûn ser çiyayê Şinroy yê Helebcê

Du komên çiyavaniyê bi hev re çûn ser çiyayê Şinroy yê Helebcê
Du komên çiyavaniyê bi hevbeşî derketin ser çiyayê Şinroy yê bajarê Helebcê.

Berpirsê koma çiyavaniyê ya Qelay Şêrwane, Elî Heme Salih ji BasNewsê re got, me duhî bi hevbeşî li gel koma çiyavaniyê ya Şaxrewî Şinroy geştek bo ser çiyayê Şinroy kir.

Wî çiyavanî her wiha got, me ji gundê Hawar dest pê kir û heta em gihîştin ser çiyayê Şinroy û em derbasî aliyê rojhilatê bajarê Helebcê bûn. Em 16 km meşiyan.

Çiyayê Şinroy dikeve navbera bajarokê Derbendîxan û bajarê Helebcê, her wiha li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye.

Basnews
Top