• Thursday, 25 April 2024
logo

Di çadira xwe ya biçûk de diranên zêr û zîv çê dike

Di çadira xwe ya biçûk de diranên zêr û zîv çê dike
Ebu Salih ev pîşe ji bav û kalên xwe girtiye û çêkirina diranên zêr, bo wî bûye çandek. Ebu Salih dibêje jî, niha ji ber buhayê zêr, karê wî kêm bûye.

Di nav çadireke biçûk de, pîşeya ku ji bav û kalê xwe fêr bûye didomîne. Ebu Salih yê bi temenê xwe 40 salî, ji taxa Elxisman yê ser bi gundewarê rojhilatê bajarê Hesekê ye. Di çadira xwe ya biçûk de diranên zêr û zîv çê dike.

Ebû Salah dibêje, “Di zemanê destpêkê de bav û kalkên me, diçûne gundan. Li Her gundekî 20 roj mehek diman dema ku kar li wî gundi diqediya, diçûn gundekî din.”

Li gor Ebu Salih, çêkirina diranên zêr û zîv weke çandekê ye, li gel wan kes hîna biçûke ji bira, bav, ap an kalkê xwe fêr dibe û piştî ku temenê wî kesî dibe 20- 25 salî êdî fêrî çêkirina diranan dibe.

Ebu Salah diyar dike, “Berê diran sarnedibûn. diran li ser destan dihatin sarkirin. amûrê biçûkirin ango dirûstkirina diranan jî nebûn. Dirûstkirina diranan jî bi bireka li ser destan dihat dirustikirin. Piranî jî wê demê diranên zêr dihatin çêkirin. Xortan, keçan diranê zêr ji bo xweşikiyê dixistin piranî jî keçikan, digotin waye filan keçikê diranê xweşikiyê yê zêr xistiyê.”

Welatiyê bi navê Mihemed Ebu Casim ku ji bo diranên wî zingar negirm diranên ji zîv ji bo xwe hilbijartine, dibêje berê xort û keçan ji bo bala hev bikşînin diranên zêr datanîn.

Mihemed Ebu Casim dibêje, “Ji bo ku bala kur bikşîne keçikan datanîn ji bo bêje waye çi diranên wê hene, kuran jî care tenê diranek datanî, bo ku dema bikene bala keçikê bikşîne. Bi vê şêweyî bi hev şadibûn. Karê gundan bû.”

Pîşe sazê diranên zêr dibêje êdî di heyama niha de çanda çêkirina diranên zêr weke berê nemaye û vê yekê bi rewşa aborî ya nebaş li deverê û bûhabûna nirxê zêr ve girêdide.

Rudaw
Top