• Friday, 19 April 2024
logo

Li Amedê brûskê li dewaran da: 6 dewar mirar bûn

Li Amedê brûskê li dewaran da: 6 dewar mirar bûn
Li navçeya Pasur a Ameda Bakurê Kurdistanê birûskê li dewaran da û di ecamê de 6 dear mirar bûn.

Niştecihê Taxa Axaçqorurê ya Pasûr Muzeydin Torun dewarên xwe derxist çêreyê. Dema dewar diçêriyan şiliyê dest pê kir û birûsk ket.

6 serî dewarên ku birûskê li wan xist mirar bûn.

Muzeydin Torun ê xwediyê dewaran diyar kir ku rewşa wan aborî gelek xirab e û wiha got: “9 zarên min hene û jina min jî nexweş e. Em debara xwe bi tenê bi heywandariyê dikin. Dema min dewar diçêrandin birûsk ket. 6 dewarên min mirar bûn.”

Rudaw
Top