• Thursday, 02 May 2024
logo

Li Îmaratê kîloyek hingivê Kurdistanê bi 1000 dolar e

Li Îmaratê kîloyek hingivê Kurdistanê bi 1000 dolar e
Rêveberê Giştî li Wezareta Kiştûkalê ragihand, “Em dikarin li Herêma Kurdistanê hingiv bikin çavkaniyek dahatê.” Firoşkarek jî dibêje, “Li Îmaratê, kîloyek hingivê Kurdistanê bi 1000 dolar dike.”

Rêveberê Giştî li Wezareta Kiştukaliya Herêma Kurdistanê Dr. Ebdulrehîm Umer ku di warê hingiv de pispor e, di bernameya Li Gel Renc a Rûdawê de aşkere kir, “Em dikarin hingiv bikin çavkaniyek dahatê li Herêma Kurdistanê lêbelê ji ber nebûna taqîgehan, hingivê sexte û resen ji hev nayên cudakirin. Ji ber wê yekê beşeke zêde ji ya hingiv bi qaçaxî derbasî Kurdistanê tê kirin.”

Ew berpirsê Wezareta Kiştukalê dibêje, ew piştevaniya hingivanan dikin û dibêje, sala derbasbûyî wan rêgirî li hawirdekirina 10 ton hingiv kirine.

Herwiha Îbrahîm Mecîd, mamoste li Zanîngeha Polîteknîk a Silêmaniyê got, “Pêwîst e peymangeheke taybet bi hingiv hebe. Hingiv çavkaniya parastina jîngehê ye.”

Mecîd têbînî li ser hingivê hawirde heye û dibêje, “Ew hingivê ku ji derve tê hawirdekirin ji sedî 90ê wan hingiv nîne.”

Li Herêma Kurdistanê 16 hezar hingivan xwediyê 700 hezar pure hingiv in û berhemê salanê yê hingivanan 500 ton bûye.

Arif Şêrewanî, Serokê Tora Hingivanên Kurdistanê ku beşdarekî din ê bernama Li Gel Renc bûye, dibêje, “Hingivan dikarin sûd ji taqîgeha hingiv a Koleja Kiştukalî werbigirin bo pişkinîna hingivê xwe.”

Salane li bazarên Başûrê Kurdistanê, nêzikî 1200 ton hingiv tê firotin ku 700 ton hingivê hawirde ye. Şêrewanî jî dibêje, “ji ber ku têzab û madeyên pakkirinê zêde tê de heye, kalîteya hingivê hawirde gelek xerab e.”

Serokê Tora Hingivanên Kurdistanê diyar kir, “Kesek dikare bi 15 hezar dolar bibe xwediyê projeya hingiv û bi wê rêyê debara xwe dabîn bike.”

Her çiqas li gor amarên Tora Hingivanên Kurdistanê, nêzikî 16 hezar hingivan li Herêma Kurdistanê hene, lêbelê hingivan dibêjin, van hemûyan hingivan nînin û beşek ji wan peywendiya wan li gel vê pîşeyê nîne.

Mîkaîl Doskî, hingivan li parêzgeha Duhokê dibêje, terkexemî di nav hingivanan de heye û beşek ji wan bi rastî ne hingevan in. Em bi başî dibînin Wezareta Kiştukalê xula pêgihandina hingivanan veke û pêwîst e kargehek ji bo berhemê hingiv bê dabînkirin.

Herwiha Osman Mecîd ku hingivanekî parêzgeha Silêmaniyê ye, diyar kir, “Me daxwaz kiriye Koleja Hingevanan bê vekirin. Her çiqas hingivê Kurdistanê li ser asta cîhanê pileyeke baş heye, lêbelê hikûmet û hingevan li ser bazarkirina hingiv terkexem in, di demekê de ku baştirîn hingivê cîhanê li Kurdistanê ye.”

Li Başûrê Kurdistanê 3 core hingiv hene; hingivê çiya û dar ji baştiran e û destê mirov di berhemanînê de nîne. Hingivê Xelêf kêmtir destê mirov pêdigihije bo pêdana şekir û şiranî. Hingivê sindûq, vî coreyî jî mirov serpereştiya berhemanînê dike û hajmerek ji hingivanan şekir, şîranî û madeyên din têxin nav wî hingivî.

Mesud Helebceyî, ku firoşkarê hingiv e, dibêje, li Herêma Kurdistanê girîgniya hingivê me nayê zanîn û diyar dike, “Li Îmaratê, kîloyek hingivê Kurdistanê bi 1000 dolar dike. Min hingiv biriye bo kesek li Îmaratê kîlo bi hezar dolar û hingivê Balîsanê yek ji baştirîn coreyên hingiv e.”

Mesud Helebceyî diyar jî kir, “Hingiv bihêztirîn madde ye bo mirov, lêbelê ji ber hebûna hingivê sexte, kiryarê hingiv bawerî bi hingivanan jî nîne.”

Rudaw
Top