• Friday, 26 April 2024
logo

Ji ber nebûna kargehan hiriya pez tê şewitandin

Ji ber nebûna kargehan hiriya pez tê şewitandin
Îsal li Herêma Kurdistanê dema berxbiriyê destpê kiriye û di vê demê de tevahiya pezan têne qelexkirin, ango hiriya wan tê komkirin. Di salên derbasbûyî de, xelkê ew hirî ji ajeldaran dikirî û ji bo çend armancan bikar dianîn, lê ji ber ku li Herêma Kurdistanê kargeheke taybet a hiriyê tine ye û xelk jî êdî weke berê werîs û berik û livînan pê çênake, ew hirî di destê xwediyên pez de dimîne û ew jî an davêjin an jî dişewitînin.

Li ser asta cîhanê niha her 100 kîloyên hiriyê, zêdetirî nêzîkî 800 dolarên Amerîkî dike, lê li Kurdistanê ti sûdek ji wî berhemî nayê wergirtin.

Xwediyên dibêjin, eger kesek daxwaza hiriyê ji wan bike, ew pereyan jî naxwazin, li şûna ku bişewitînin ew dê bê beramber bidin xelkê.

Xwediyê pez Hacî Ehmed dibêje: “Jinên berê nemane, niha kes nizane hiriyê bikar bîne û çi kargeh û kompanya jî nîne ku em bidin wan. Pêştir me difirot xerciyên pez ji hiriyê derdixist, lê niha kes nakire û kî bixwaze em dê bê beramber bidin.”

Zelîx Xidir a 82 salî, bi destê xwe çendîn kelûpel ji hiriya pez çêkirine. Li serdema bav û bapîran de lêf, doşek, balîf, mafur, şemlik, doxîn, reşmal û çendîn tiştên din li bi hiriyê dihatin çêkirin.

Zelîx Xidir jî dibêje: “Berî niha me hirê dibire ser avê û dişûşt û paşê li şehan dan û piştre jî bi teşiya dikir rîs û reng dikir. Min bi destê xwe mafur, şemlik, doxîn û reşmal ji hiriyê çêkirine.”

Di sala 2019an de 395 tenên hiriyê bi rêya sê kompaniyan hawirdey her yek ji wlatên Tirkiye, Îran, Efxanistan, Pakistan û Brîtanyayê hatîn kirin û dahata wê di navbera 3-4 milyon dolaran de bû, lê îsal ji ber koronayê nehate hinardekirin û ti kargehên taybet ên bi hiriyê jî nînin, lewma hiriya îsal heder dibe.

Derbarê mijarê de Rêveberê Giştî yê Bazirganî Newzad Edhem jî got: “Em weke Wezareta Bazirganî hewl didin ku piştevaniya weberhênerên xwemalî bikin. Em hewl didin yasayan baş ji bo webêrhenanan derbixin.”

Bi tenê li parêzgeha Duhok milyonek û 430 hezar serî pez hene, lê heta niha li Herêma Kurdistanê tu sûdek ji hiriya pez nehatiye wergirtin. Li cîhanêe welatê Awustralya ji sedî 25 berhema hiriyê pêk dabîn dike.

Rudaw
Top