• Tuesday, 23 April 2024
logo

Qeşeyekî Kurd Wezîrê Derve yê Vatîkanê ye

Qeşeyekî Kurd Wezîrê Derve yê Vatîkanê ye
Li gor lêkolîneke nivîskar Mücahit Özden HUN ku bo dema çend salan li ser xebitiye, Wezîrê Derve yê Vatîkanê, Kardînal Pietro Parolin kurê bavekî Kurd û dayikeka Îtalî ye.

Li gor vê gotar û lêkolîna nivîskar Mücahit Özden HUN, ku li malpera igdirabakis.com hatiye belavkirin, Wezîrê Derve yê Vatîkanê yê niha kurê bavekî Kurd ê xelkê Îdira Bakurê Kurdistanê û dayikeka Îtalî ye.

Teyroyê bavê Kardînal Pietro Parolin ku di sala 1918an de ji dayik bûye û piştî ku bûye Krîstiyan navê xwe bo 'Renzo' guheriye, her bi wî navî û paşnavê hevjîna xwe pasporta Vatîkanê wergirtiye û çûye Îtalyayê û her li wê derê koça dawî kiriye.

Nivîskar Mücahit Özden HUN dibêje, wî di sala 2015an de li Vatîkanê Kardînal Pietro dîtiye û wî jê re gotiye, "bavê min hertim ji min re digot, ez xelkê Araratê (Agirî) me."

Kardînal Pietro Parolin serdana Herêma Kurdistanê kiriye û li Vatîkanê jî pêşwazî li berpirsên Herêma Kurdistanê kiriye.

Ev naveroka gotarê wek xwe ye:

LI VATÎKANÊ KARDÎNALEKÎ ÎDIRÎ

Mücahit Özden HUN

Di vê nivîsa xwe de, ezê çîrokekê vebêjim an jî rastiyan, ez bixwe jî nizan im. Ev mijara ku bi salan li pey digerim, her çawa be zelal nebû. Li Îdir, Mêrsîn, Izmîr, Roma û Îtalya pêrgî bi sedan vegotinên bê dawî û ji hev qutkirî bûm. Tiştên min bihîstine û bûme şahid bo we vediguhêzim. Ji bo girêdana pêwendiyên jihevqutbûyî yên vê çîrokê gelek wextê min çû û bêguman xerciyên min ên maddî jî bejin û hêza min derbas kir. Ji vê û şûn de jî, bo hevalên lêkoler û yên bala wan li ser mijarê dihêlim.

Hûn rastiyê bixwazin, min dixwest vê yekê weke kitêb binivîsim. Lê niha bi dehan kitêb li ber destê min hene ku divê temam bikim. Bi kêmanî min xwest naveroka wê kitêbê pêşkêş bikim ku bi nêt bûm ji xwendevanên xwe re binivîsim. Hêvîdar im bala we bikşîne.

DESTPÊK

Wextekî li herêma Îdirê bûyerên gelekî balkêş çêbûne. Ez di vê gotara xwe de naçim nav hûrgiliyan. Di dawiya sala 1920an de êdî Azerî û Kurdan rojên nexweş li pey xwe hiştin û bi hev re, di nav aramiyê de dest bi jiyanê kirin. Bêguman di wan salan de Kurdan weke niha, xwe mîna “eşîret” rêk xistibûn. Eşîra her kesî hebû û her yekî, pesnê eşîra xwe dida. Ev diyardeyeke sosyolojîk a bi sedsalan ne. Dema Kurdan xwe didan naskirin, destpêkê navê eşîreta xwe û piştre navê bav û bapîrên xwe digotin. Belê, berê di wextekî wiha de bûyereke balkêş çêdibe. Eger bê bîra we, di nivîsên xwe yên berê de min behsa Serhildana Çiyayê Agirî ya di navbera 1926-32an de kiribû ku carna bihêz û carna bi çend şervanan hebûna xwe berdewam dikir. Li kêleka serhildanê, hem li Îdir û hem jî li wîlayeta Bazîdê min behsa neyartiya navbera eşîretên cuda jî kiribû ku dîroka wê vedigere salên dûr û dirêj.

XWÎŞKA EHMED ŞEMO, XATÛN XANIM

Xatûn Xanim ligel kesekî bi navê Misto dizewice ku bi temen jê mezintir e. Ji vê zewacê kurekî wê bi navê Biro çêdibe. (Piştî salan Biro jî dizewice, du zarokên wî bi navên Mehmûd û Bekir çêdibin)

Xatûn Xanim, zewaca duyem ligel kesekî bi navê Qaso (Qasim) dike. Qaso, ji ber neyartiyeke bi salan ligel eşîreta Kizilbaşoglu bûyereke nexweş tê serê wî.

Di sala 1926an de, hinek êrîşkarên ser bi eşîreta Kizilbaşoglu ji bo keriyê pezê eşîreta Gêloyî bibin Îranê, dest bi êrîşê dikin, yek ji şivanan ku Qasoyê hevjînê Xatûn Xanim bû, birîndar dibe. Yek ji êrîşkaran tê cem Qasoyê birîndar. Qaso, ji bo neyê kuştin lavayê dike, lê êrîşkar guh nade lavayan û bi awayekî bêrehm Qaso dikuje. Piştî vê jî Xatûn Xanim bo cara duyemîn jinebî dimîne.

Navên zarokên Qaso ku li ber keriyê pezê xwe hat kuştin wiha ne: Qudret, Temir, Selîm, (Bitto), Mihemed, Tahir (Teyo) û Mûsa. Mûsa sala 1920ê ji dayîk bûye. Teyo, jidayîkbûyê sala 1918an e.

Di rojên herî germ ên Serhildana Çiyayê Agirî de, meha Tebaxa sala 1929an, bi armanca bidawîanîna neyartiya demdirêj ya navbera eşîreta Kizilbaşoglu û eşîreta Gêloyî û lihevanîna wan, Şêx Evdilqadir, Îhsan Nûrî Paşa û kesayetiyên girîng yên weke Biro Heskî Tellî li mala Ehmed Şemo civînekê saz dikin. Ehmed Şemo, kesekî zîrek, bi biryar, bi wefa, comert, wêrek û berî her tiştî serkirdeyekî heta bibêjî girêdayî eşîreta xwe bû. Li ba Ehmed Şemo, Temirê Gulê, Hecî Haşim û Mihemedê Hesen hebûn. Nûnerê eşîreta Kizilbaşoglu jî Hesenê Tozo, kesekî mûlayim û di nav xelkê de dihat hezkirin, ji aştî û başiyê zêdetir ti fikreke wî nebû û ji hestên kîn û tolhildanê dûr bû.

Bi amadebûna şanda dadmend, hevdîtin destpê dikin. Herdu alî jî hevdu ji bûyerên berê yên ku di navbera wan de qewimîne berpirs dibînin. Gotûbêj her diçe dirêj dibe û ligel hemû hewildanan, lihevanîna herdu eşîretan çênabe. Wan salan hinek navên ser bi eşîreta Kizilbaşoglu ku ligel serhildêran bûn, sonda tolsitandinê dixun û ji zomê dûr dikevin.

Di demeke wiha de ku Serhildana Çiyayê Agirî û neyartiya navbera eşîretan tevlîhev bûne, eşîreta Gêloî rojn dijwar derbas dikin. Xatûna xwîşka Ehmed Şemo ku jinebî mabû koça dawî dike.

Di navberê re sal derbas dibin. Serhildana Çiyayê Agirî bidawî dibe. Rojekê kesekî ser bi eşîreta Kizilbaşoglu diçe Ortakoya derdora Bazîdê. Nizane ku evder gundekê Gêloîyan e. Dibe mêvanê malekê. Axaftin tê ser Qaso ku wextekî di dema revandina keriyê Gêloîyan de hatibû kuştin. Mêvanê Kizilbaşoglu bi xemgînî hestê xwe tîne ziman: “Ax xwezî herdû destê min bişkestana û min Qasoyê lave ji min kir nekuştibana. Her dem di nav êşa wê rojê û poşmantiyê de dijîm.” Piştre bi hûrgilî behs dike ka çawa teqe li Qaso kiriye û ew kuştiye.

Li ser vê yekê rûspiyên gund bi dizî xeberê ji Ehmed Şemo re dişînin: “Me êrîşkarê Qaso kuşt di destê me de ye, em çi bikin?” Biryara Ehmed Şemo zelal e: “Nekujin! Azad bikin!” Ehmed Şemo grûpek şervanên girêdayî xwe dişîne, lêpirsînê ligel êrîşkar dikin, wî nakujin lê dest datînin ser ajelên wî û bi destê vala rê didinê ku ji gund derkeve.

Di sala 1941an de bûyereke tirsnak eşîreta Gêloyîyan dihejîne.

DERKETINA TAHIR (TEYO)

Tahir ji birayê xwe M. mezintir e. M. di sala 1942an de, wate piştî Erdheja Erzînganê (1939) ya navdar bi sê salan li Erzînganê leşkeriyê dike.

Di sala 1941an de li bejahiya gundê T. li gor nirx û dabûnerîtên eşîretê bûyereke diltezên diqewime. Teyoyê ku leşkeriya xwe qedandiye, dema li çolê ji xwe re digere, jineke bi tenê dibîne ku pezê xwe diçêrîne. Nikarê bi nefsa xwe û destdirêjiyê li jinê dike. Tawaneke mezin û ciddî kiriye. Êdî ne mimkun e vegere nav eşîretê.

Direve Îdirê. Xwe diavêje nav kamyonekê ku bar tîne Îdirê û vala vedigere, diçe Erzînganê. Diçe serdana birayê xwe M. ku leşker e. Bêguman çi bûye nebûye ji M. re nabêje. “Keko qet pereyên min nînin! Hinek pere bide min, ezê biçim Edenê, li wê derê karekî ji xwe re bibînim û bixebitim.”

Birayê wî hemû pereyên di destê xwe de dide Teyo. Teyo rêyekê dibîne, dîsan xwe diavêje nav kamyonekê û diçe Edenê. Dikeve hemû karan, derdikeve. Bar dibe bazara fêkî û zerzewatan. Li nav bistanan kar dike. Payîzê pembo kom dike. Ber bi zivistanê rojekê êdî karekî ku bike nabîne. Bi 5-10 lîreyên di berîka xwe de li Edenê bi awayekî perîşan digere. Ji hevalekî xwe dibihîze ku li Mêrsînê dikare karekî bibîne. Mêrsîn ne dûr e. Diçe Mêrsînê, hemaliya kelûpelan dike, avê difroşe, lê dawiya van karan jî tê.

DÊRA LATÎN A KATOLÎKAN A EZÎZ ANTUAN A MÊRSÎNÊ

Êdî zivistan hatiye. Li Mêrsînê berf nîne lê sir û seqema dijwar dikeve nav hestiyên mirov. Teyo, ji ber şermê, yek xetê jî bo malbata xwe nanivîse û pereyan naxwaze. Dizane ku eger biçe pêşberî konseya eşîretê, cezayê wî mirine. Herwiha ew yek jî tê fikra wî ku eger heye eşîret kesekî kirê bike bo kuştina wî.

Di rojeke wiha xembar û nîv girînok de tê ber avahiyekê, li ser kevirê peyarê rûdine. Serê xwe dixe navbera herdu kabokên xwe û bi îske îsk digirî. Di wê kêliyê de deriyê avahiyê vedibe. Kesekî lihevhatî nêzîkê Teyo dibe. “Xorto tu çima digirî?” Teyo, bi kurtî bersiv dide: “Birçî me û cihekî lê razim nîne!”

Merivê xwedî cilûbergên balkêş bi dengekî nerm û rûhanî ji Teyo re dibêje, min bişopîne. Teyo radibe ser piyan, bi zendika çakêt rondikên xwe paqij dike, dide pey wî merivî.

Di salonekê re dikevin hundir. Li naverastê maseyeke mezin heye. Li derdora wê dîsan merivên bi cil û bergên balkêş nan dixun. Teyo, li ser kursiyekî vala yê bê pal û pişt rûdine. Şorbeyeke germ û nan bo wî tînin. Teyo, bi rojan e birçî-tî ye. Bi îştah dest bi xwarinê dike. Sênîka duyem a xwarinê tê. Wê jî dixwe. Li derdora xwe dinere. Li ser dîwaran bi dehan mûm hene. Wêneyê Hz. Îsa yê çarmîxkirî bandorê li Teyo dike. Berê xwe dide eqdê. Li her derê motîfên olî û wêne hene.

Merivekî genç bi rêzdarî nêzîk dibe, jê dixwaze ku wî bişopîne. Teyo radije şevqeya xwe ya ku li ser maseyê daniye, piştre hêdîka dide pey merivê xort ku paşê dê bizane ku keşe ye. Li ber deriyekî mezin radiwestin. Keşe dikeve hundir, bi zimanekî diaxife ku Teyo jê fam nake, paşde vedikişe û bi pişta tewandî ji odeyê derdikeve, bi dest ji Teyo re dibêje ku bikeve hundir.

Teyo, bi awayekî şermîn dikeve hundir. Çavê xwe li odeyê digerîne. Dîwar bi wêneyan xemilandî ne. Ji nişkê ve li ber avahiyê û pişt maseyeke mezin zilamê bi temen dibîne ku pêşwaziyê lê dike. Zilamê bi temen, cih pêşanî Teyo dide ji bo rûne. “Ev der dêreke Katolîkan e. Tu berî niha qet çûyî dêrekê?”

Teyo serê xwe bi wateya “na!” dihejîne. Zilamê bitemen berdewam dike: “Ev der jî mizgefta Xirîstiyana ye. Cihekî pîroz ê her dînekî heye. Li wir îbadetê dikin, gunehên xwe paqij dikin. Navê dêra me Dêra Latîn a Katolîkan a Ezîz Antuan e. Di salên 1840an de Xirîstiyanên ku li welatê Lubnanê dijiyan, dema ji aliyê kesên ser bi oleke din bi navê Dûrzî ve hatin kuştin, ev Xirîstiyanên em ji wan re dibêjin Marûnî di serdema Osmaniyan de hatin Mêrsînê û li vir bicîh bûn. Di sala 1853an de ji bo dêrekê çêbikin hatin ba hev û rahîb Antonio qedrê wan naşkîne, tê Mêrsînê.”

Teyo piraniya tiştên ku tên vegotin fam nake, lê yek tişt zanîbû: Ev der dêrek e. Merivê pîr axaftina xwe didomîne: “Paşayê Osmaniyan 18ê Îlona 1855an fermanekê derdixe û bi vî awayî dêra Katolîkan a Mêrsînê tê avakirin. Navê “Antonio” li dêrê tê kirin. Li tenişta dêrê keşîşxaneya Kapusenler tê avakirin. Hemû di sala 1898an de temam dibin. Lê dema di 1923an de Komar tê avakirin, dewlet dest datîne ser keşîşxaneyê, di sala 1944an de weke Dibistana Seretayî ya Ûçocak a Mêrsînê tê bikaranîn.

Niha li dêrê hejmareke kêm a zanayên olî hene. Merasîmên olî li me hatine qedexekirin. Wek perestgehê jî nikarin bikar bînin. Em tenê bi paqijkirina dêrê ve mijûl dibin. Eger dixwazî tu jî tevlî me bibe, cihê me yê razanê heye. Ligel me tê bibe hevkarê karûbarên vê derê.”

Teyo gelekî bikêf bû. Cihek dîtibû ku zikê xwe têr bike û lê binive.

Merivê bitemen berdewam kir:

“Navê te çiye?”

“T. Ç lê hemû kes wek Teyo bangî min dikin.”

“Teyo, eger bixwazî li vê derê bimînî divê destpêkê dînê Xirîstiyanan qebûl bikî.”

Ji xwe ti peywendiya Teyo bi Misilmantî yan ti dînekî din re nebû. Di jiyana xwe de ne nimêj kiriye û ne jî rojî girtibû.

“Pêwîst e çi bikim?”

“Destpêkê divê vê bibêjim: Ez Keşeyê vê dêrê me. Yên din jî keşîş in. Dema bangî min bikî divê bibêjî “Keşe Efendî” lê bo yên din tenê bibêjî, “Birano!” bes e.

Keşe zengilê ser maseyê hejand. Keşîşê kêliyek berê ket hundir.

“Fermo Keşe Efendî!”

“Birayê me Teyo qebûl kir bibe Xirîstiyan. Ez dixwazim hun amadekariya merasîma pêwîst bikin.”

Teyo matmayî mabû. Her vê sibê li ser peyarê rûniştibû û bi îske îsk digiriye lê niha rêz lê dihat girtin, merasîm dihat sazkirin.

Keşe li ser xwe rabû ser piyan. Teyo jî bi rêzdarî rabû û da pey keşe. Bi hev re ketin odeyeke din. Li ser dîwar wêneyekê mezin ê Hz. Îsa hebû dema li çarmîxê didin. Yek ji keşîşan Teyo dibe odeyeke taybet da ku sere xwe bişo. Cilên keşîşan lê kirin.

Jêre got “Bira min bişopîne” û Teyo anî pêşberî Keşe. Keşe dua kirin. “Teyo, dixwazin tiştên dibêjim dubare bikî.”

Teya heta jê hat tiştên dihatin gotin dubare kirin û dawî bi dengê bilind got, “Belê, Îsa Mesîh qebûl dikim.” Keşe, xaçek xiste stûyê Teyo. Keşîşan bi dorê Teyo hembêz kirin û pîrozbahî lê kirin. Hinek keşîş jin bûn. Wan tenê bejna xwe tewandin.

Teyo êdî Xirîstiyan bû. Her roj ji keşîşekî li ser Xîrîstiyaniyê ders werdigirtin. Xwendin û nivîsandina wî nebaş bû. Jineke keşîş bi Îtalî û Latînî dest bi dersan kir. Piştî nîvro dema kar bû. Teyo, bi dermanê birqêner çû ser tora zengil, zengilê mezin kir weke gulekê. Kêfa keşe û keşîşan jî ji vê rewşê re hat, ji ber şiyana kesî ji wan nebû karekî wiha birîsk bikin. Piştre dar kezaxtin. Ziblê hişk li aliyekî kom kir. Rojên Teyo hema bibêje wiha derbas dibûn.

Rojekê di navbera wî û jineke keşîş de peywendiyeke evîndarî çêbû. Şerm kir. Çû pêşberî Keşe: “Keşe Efendî! Ez dixwazim ligel xanima keşîş ya bi navê M. bizewicim. Destûr bo vê yekê heye?”

Keşe rabû ser piyan. Bi ken nêzîk bû: “Baş e dilê wê jî li ser te heye?”

“Nizanim!”

“Ez dê ligel M. biaxifim û nerîna xwe ji te re bibêjim.”

Saet derengê şevê bû. Yek ji keşîşan bilez hat ba Teyo: “Keşe Efendî yekser dixwaze we bibîne.”

Dilê Teyo lê da. Gelo tiştekî xelet gotibû? Dema derî vebû û ket hundir M. li ba Keşe bû. Keşe herdû anîn ba hev. Keşe: “Teyo, dilê M. jî li ser te heye. Lê divê destpêkê xwe ji gunehan paqij bikî.”

Teyo çû cihê-kabîna xwepaqijkirina ji gunehan. Li ser kabokan rûnişt. Li aliyê din ê pencereya bi derabe Keşe rûniştî bû. Keşe pirsî:

“Te qet guneh kirine?”

“Berî bibim Xirîstiyan min gunehekî gelekî mezin kir. Niha jî bi şerm ligel we diaxifim.”

“Çi çêbû?”

“Rojekê dema li çiyê digeriyam min jinek dît ku çend mîhên xwe diçêrandin. Min nikarîbû bi nefsa xwe. Min destdirêjiya jinê kir. Ji tirsa ji bajêr derketim û hatim van aliyan.”

“Ti poşmanî?”

“Belê!”

“Xwedê te ji gunehên din biparêze.”

Keşe û Teyo ji kabînê derketin. Teyo di rewşeke şermînok de bû û nizanîbû çi bibêje. Ew ket pêş û M. da pey. Hemû keşîş kom bûbûn û li ber derî li benda wan bûn. Hemûyan bi dorê zewaca wan pîroz kirin. Odeyeke taybet hat amadekirin. M. û Teyo man bi serê xwe. Teyo, bi meraq pirsî:

“Ti ji kuyî?”

“Îtalyayî me. Li Bakur li bajarekî biçûk bi navê S. ji dayîk bûm û mezin bûm. Pîşeyê min ê serekî mamostetî ye. Lewma dersên Îtalî û Latînî min didan te.”

Teyo ew şev ligel M. derbas kir. Herdu jî kêfxweş bûn. Jiyana wan heta demekê wiha berdewam kir.

Rojekê ji Kadêtraliya St.John`s a Izmîrê (Dêra Mezin) daxwazek hat. Pêdiviya wan bi karmendên alîkar hebû. Keşê bo vî karî erk da Teyo û M.

KADÊTRALIYA ST.JOHN`S A IZMÎRÊ

Teyo û M. amadekariya xwe dikin û rojekê li otobûsê siwar dibin û diçin Izmîrê. Pirsa taxa Alsancak dikin û dibînin. Keşe pêşwaziya wan dike û cihê taybet ku lê bimînin pêşanî wan dide. M. dê dersan bide. Teyo jî bi karûbarê avahîsaziyê ve mijûl bibe. Teyo di karûbarê avahîsaziyê de bûbû xwedan ezmûneke baş. Mifteya dikana xurdeyan a Dêra Mezin dan Teyo. Gelek derbas nebû jin û mêr bi zîrekiya xwe bal kişandin.

Rojekê dema dikevin nav ciyan M. bi şerm tiştekî di guhê wî de dibêje: “Ez ducanî me!” Teyo gelekî bi vê yekê kêfxweş dibe.

Roja din ji bo kirîna hûr û mûrên xurdeyan divê Teyo biçe nav bajêr. Dema bi rê de dimeşe Periya meriva wî ya Îdirê Teyo nas dike. Ligel ku Teyo, Perî dinase jî lê înkar dike, bilez ji wê derê dûr dikeve. Dapîra Perî, Hamidê kurê mezin ê Ehmed Şemo ligel xwe tîne û careke din tê heman cihî, çaverê dikin heta Teyo were. Dema Teyo bi kel û pelên di destê xwe de tê, li beramberî xwe hem Dapîra Perî û hem jî pismamê xwe Hamid dibîne. Dizane êdî neçar e. Li hemû tiştekî mikur tê. Heta xaça di stûyê xwe de derdixe û dirêjî Hamid dike: “Ez dixwazim hun bibin Xirîstiyan. Dê ruhê we aramiyê bibîne, hun dê ji aliyê Xweda û Îsa Mesîh ve bêne parastin.”

Teyo, mijarê dirêj nake û bi gavên bilez ji wê derê dûr dikeve. Tiştên berê hatibûn serê wî ew bê hizûr dikirin. Rojên berê hatibûn bîra wî, hest bi şermezariyê dikir. Dema tê Kadêtralê (Dêra Mezin) M. hest bi rewşa wî dike. Teyo, li ser cih rûdine, wek zarokekî tebitî tişta ku hatiye serê wî hemûyî dibêje: “Ew dê li min din û min bikujin. Em ji Tirkiyê biçin!”

M. demekê fikirî, piştre bi kêfxweşiya dîtina çareseriyekê li tenişta Teyo rûnişt, rahişt destê wî:

“Em biçin bajarê ku ez lê ji dayîk bûme! Ezê mamostetiyê bikim tu jî karê xurde.. Çi dibêjî?”

Teyo yekser ev pêşniyar qebûl kir. Lê pêwîst bû paseportê bistîne. Nasname bi Teyo re nebû. M. çû ba Keşe, tişta bûbû hemû got. Keşe kesekî bifahm û xêrxwaz bû. Nikarîbû qebûl bike hinek werin û Teyo bikujin.

Desthilata welatîbûn û paseportê ya Dewleta Vatîkanê di destê wî de bû. Paseporta M. hebû. Keşe pêşniyar kir: “Eger bixwazî em navê Teyo biguherin. Navekî Latînî yan Îtalî li te bikin. Kêfa M. ji vê fikrê re hatibû. Hinek nav anîn bîra xwe. Yekser wek dîtibe qîjand: “Bila navê wî Renzo be. Bila paşnavê min wergire.” Bi vî rengî navê Teyo yê paseportê bû Renzo P. Êdî ji navê “Teyo” rizgar bûbû. Vî navî di ruhê wî de her tiştên xirab dianîn bîra wî.

BAJARÊ SCHIAVON (VICENZA) ÎTALYA

Piştî mehekê Teyo û M., li bajarê Schiavon ê bakurê Îtalyayê bicîh bûn. Di demeke kurt de kar û barên xwe rêkxistin û dîsan dest bi jiyaneke bextewer kirin. Janên welidînê yên M. nêzîk bûn. 17ê Çileya 1955an kurek ji wan re çêbû. Navê wî kirin Pietro. Salên piştre kur û keçeke wan ên din çêbûn. Pietro, dema 10 salî bû Teyo di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest da.

M. wiha difikirî ku divê vê xeberê bi awayekî bighîne xizmên Teyo yên li Tirkiyê. Ji Keşeyê li Mêrsînê hevkarî xwest. Keşe nedixwest malbata Teyo xembar bike. Li ser zimanê Teyo wek hê li jiyanê be nameyek nivîsî.

Keşê ji Qeymeqamiya Îdirê re nameyek şand. Xwe da naskirin. Nivîsî bû ku kesê bi navê T.Ç. yê demekê li Îdirê jiya ye bûye Xirîstiyan û niha bi erk çûye Efrîqayê. Berî biçe nameyek nivîsiye daku ji malbata wî re were şandin, ev name di heman zerfê de hatiye şandin û hêvîdar in van agahiyan bighînin malbata wî.

Di sala 1966an de xizmên wî yên li Îdirê nameya Teyo bi rêya muxtar werdigrin. Teyo, di nameyê de nivîsîbû ku rewşa wî gelekî baş e û hemiyan bi hezkirin maç dike. Lê zêdeyî salek çêbûbû ku Teyo koça dawî kiribû.

Keşe name şandibû lê ti wextekî dê nizanibe ka name gihîştiye malbatê yan na.

KARDÎNAL PIETRO

Dayîka wî, gelekî girîngî da perwerdeya Pietro. 27ê Nîsana 1980an Li Zanîngeha Gregoryen ya Papatiyê perwerdeya lîsansa bilind a fiqihê wergirt û di heman demê de çû Akademiya Dêrê ya Papatiyê. Di sala 2014an de bû Kardînal. Ji sala 2013an ve li Vatîkanê erkê wezîrtiyê cîbicîh dikir. Li welatên wek Nîjerya, Meksîko û Venezuellayê kar kiriye. Bi zimanên Îtalî, Ingilîzî û Fransî dizanî.

Ez dixwazim bînim bîra xwendevanên xwe ku li Dêra Katolîkan bibî Kardînal ne karekî asan e. Pêşwext gelek merc hene ku divê cîbicîh bikî. Keşîş bî, mêr bî, ne zewicî bî, piştre jî bibî Piskopos. (Piskopos dibin berpirsên Dêrên Mezin-Kadêtral.) Herî kêm 35 salî be, pênc salan erkê keşîştiyê kiribe û herwiha di warê teolojiyê de xwedan perwerdeyeke di asta doktorayê de bî.

Bêguman van hemû mercan têr nedikir. Pêwîst bû di Kongreya Piskopasan de ku li Bajarê Vatîkanê tê kirin erkê Kardînaltiyê bidinê. Qonaxa dawî jî divê Kardînalê ku tê hilbijartin ji aliyê Papa ve were pesendkirin. Kardînalên ku bi vî awayî tên hilbijartin dema pêwîst bike Papa were hilbijartin li hev kom dibin û biryarê didin.

Û SERDANA MIN BO KARDÎNAL

Min bihîstibû ku Geloyîyek (Teyo) li dêr û katedralê kar dike. Berî bi salan min hinek nivîs şandin ji Dewleta Vatîkanê re. Heta demeke dirêj min bersiv wernegirt. Dawî rojekê ji Izmîrê bersiv hat: Teyo û hevjîna xwe li Îtalyayê bicîh bûbûn. Karê min zehmet bû. Kîjan bajar, navê xwe guhertiye, maye? Bi pêdagirî min nivîsî.

Dîsan demeke dirêj min bersiv wernegirt. Rojekê nameyek ji Kadêtrala Izmîrê hat ku bi Îtalî hatibû nivîsandin. Jin û mêr li bajarê S. bicîh bûbûn. M. wek mamoste kar dike. Min ji dibistanên bajarê S. re nivîsî. Dawî min bersiv wergirt. Hatibû nivîsîn ku navê kurekî wê Pietro ye û di Dewleta Vatîkanê de erkdar e. Min bersiva nivîsên xwe yên din wernegirt.

Sala 2015ê çûm Vatîkanê. Di destê min de navek hebû: Ez çûm Ofîsa Şêwrê ya Pietro. Bi Fransî axifîm û min got dixwazim Pietro bibînim. Bi dehan pirs kirin. Min jî tiştê dizanin û ji bo çi dixwazim bibînim ji wan re got. Jina li resepsiyonê kelocanî bûbû. Pietro ji ber Wezîrê Dewleta Vatîkanê bû li welatekî din bû. Du roj piştre dê bihata.

Roma bajarekî xweş e. Bêyî aciz bibim min du roj derbas kirin. Roja sêyem bi kelecan çûm Ofîsa Şêwrê. Derbarê mijarê de Pietro agahdar kiribûn. Di navbera du leşkerên Swîsreyî de ku cilên bixeml û xêz li xwe kiribûn ez birim meqamê wî.

Sekreter ew agahdar kir ku hatime. Bi kelecan ketim hundir. Me xwe tewand û silav li hev kir. Xwest ez rûnim. Av pêşkêş kirin. Pietro li pişt maseya xwe rûnişt. Bi ken berê xwe da min.

“Bavê min her wiha digot: Ez kurê Araratê me! Zêde behsa rabirdûya xwe nedikir. Me zanyariyên rast ji dayîka xwe werdigirtin. Birayekî min û xwîşkeke min hene. Ew zewicî ne û xwedan malbat in. Min ev rê hilbijart. Ezê çend kitêban bidim te daku bixwînî. Ez ne şaş bim bavê min ji Izmîrê anîbûn. Wek bîranîn bila li ba te bin. Divê ez pêşwaziya şandekê bikin ku kêliyeke din ji Vanezuelayê tê. Xwezî dema me hebûna min derbarê bajarê bavê min lê ji dayîk bûye de zanyariyên hûr wergirtibana.”

Dema min dît mijûl e, min nexwest zêdetir wî aciz bikim. Bi awayekî nazik heta bi ber derî ligel min hat, xwest bo careke din pêşwext wî agahdar bikim. Qotiyek wek diyarî da min. Derketim derve. Dema ji Meydana Ezîz Petrus ber bi pirê ve diçûm bi hezaran tişt di serê min re derbas dibûn. Eşîreta Gêloî, Teyoyê kurê xwîşka bapîrê min, Mêrsîn, Izmîr, Îtalya… Û niha Wezîrê Dewleta Vatîkanê… Kî dizane belkî Geloyluyek di nêzîk de bibe Papa jî. Eger em berê xwe bidin nûçeyên di medyayê de derdikevin, wek xelefê serkirdeyê rûhanî yê Dêra Katolîkan Papa Franciscus navê Serpîskopos Pietro derbas dibe.

Çend roj piştre ji Romayê derketim. Mijara herî zêde pê xemgîn bûm, ew kitêb bûn ku Pietro dabûn min û min di çekmeceya odeya xwe ya hotêlê de jibîr kirin. Ligel ku bi dehê caran min telefon kir lê gotin kitêb ne li odeyê ne. Di destê min de sêniyeke ku wêneyê Hz. Meryem û Hz. Îsa li ser bû hatim Enqerê.

Ji ber plana min a nivîsîna kitêbê hebû, min qala vê mijarê ji malbata xwe re jî nekiribû. Êdî hun hemû her tiştî dizanin. Amade bin! Di nêzîk de yekî Geloyluyî dibe Papayê cîhana Katolîkan. Geloylu di vê mijarê de gelekî bişens in. Dîsan Xwedê jê razî Şêx Hemzayê Golalî yê kurê Xwedê jê razî Hecî Nebiyê Geloylu wextekî wek serkirdeyê rûhanî yê cemaeta Caferiyan bû.

Herwiha ji gundê Taşliça Faruk Aktaş, wek Serokê Weqfa Alîkariya Însanî ku di rêya “rûhanî” û “mirov heziyê” de ked daye, di bûyereke firokeyê de çû ber dilovaniya Xwedê.

Xwedê erkekî “Rûhanî” daye Geloyluyan lê hê jî haya wan jê nîne.

Jêder: https://igdirabakis.com/vatikanda-igdirli-bir-baspiskopos.html/

Gotar ji aliyê Firat Kelhekî ve bo ser zimanê Kurdî hatiye wergerandin

Rudaw
Top