• Wednesday, 24 April 2024
logo

Sibe baxçeyê sewalan ê herî mezin li Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin

Sibe baxçeyê sewalan ê herî mezin li Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Berpirsê ragehandina baxçeyê sewalan li Hewlêrê aşkera kir, sibe baxçeyê sewalan ê herî mezin li Rojhilata Navîn dê li bajarê Hewlêrê bê vekirin.

Berpirsê ragehandina baxçeyê sewalan li Hewlêrê Mihemed Omer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Baxçeyê sewalan ê Hewlêrê ku baxçeyê sewalan ê herî mezine li Rojhilata Navîn, li bajarê Hewlêrê hatiye çêkirin. Biryare sibe 15.05.2020ê deriyên xwe ji hemwelatî û geştyaran re veke.’’

Herwaha got: ‘’Di vî baxçeyî de bi sedan sewal û baskdarên cur bi cur û hatine perwerde kirin hene, ku piraniya wan azad in, ango nav qefes û xaniyekî de nînin û gelek balkêşin.’’

Li gor gotinên Mihemed Omer ji ber her sal bi hezaran geştyarên navxwe û biyanî serdana navçeyên geştyariyê yên li sînorê bajarê Hewlêrê dikin, ev baxçeye jî dê gelek serdan lê pêkbên.

Basnews
Top