• Friday, 29 March 2024
logo

Yekemîn taksiya Tuk Tuk li Hewlêrê

Yekemîn taksiya Tuk Tuk li Hewlêrê
Newzad Zirar ku nîştecihekî bajarê Hewlêrê ye, bi wesayita xwe ya veguhastinê ku bi Tuk Tuk tê naskirin, bala xelkê kişandiye ser xwe. Ew dibêje, dixwaze hikûmetê han bide ku qerebalixiya li nav bajaran kêm bike.



Tuk Tuk core motorek e, ku li hin welatên asyayê bo veguhastinê tê bikaranîn. Li Bexda ya paytexta Iraqê jî ew wesayit heye û di dema xwepêşandanan de jî ji bo rakirina birîndaran bo nexweşxaneyan gelek hat bikaranîn, lê li Herêma Kurdistanê heta niha nebûye û wesayita Newzad Zirar, yekemîn Tuk Tuk a li herêmê ye.

Newzad Zirar ji Rûdawê re axivî û behsa sedema bikaranîna Tuk Tukê kir û got: “Ev Tuk Tuk, qirêj û qerebalixiya li nav bazarê kêm dike, rojane bi kêmanî 15 kesan li Tuk Tuka xwe suwar dikim, piraniya wan yekemîn car e ku li Tuk Tukê suwar dibin û wêneyên selfî li gel min û Tuk Tukê digirin.”

Nirxê suwarbûna li vê wesayitê ji 1000 dînarî dest pê dike û heta 3000 dînaran diçe.

Elî Samî akinciyekî Hewlêrê ye û dibêje: “Ez gelek kêfxweş im ku îro suwarê Tuk Tukê bûm, ti pêwîstiya min jî pê nebû, lê ku min dît tiştekî xerîb û balkêş e, min hez kir ku ezmûn bikim.”

Rudaw
Top