• Thursday, 28 March 2024
logo

Çeqel ku cureya wî li ber nemanê ye li Semsûrê hat dîtin

Çeqel ku cureya wî li ber nemanê ye li Semsûrê hat dîtin
Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê bi destê kesên wêneyan dikşînin, dîmenê çeqelê (keftar,wawik) belek ku cureya wê di metirsiya qelandinê de ye û di "lîsteya sor" a kategoriya ajelên divê werin parastin de ye, hat tomarkirin.

Li gor kategoriyên Yekîtiya Parastinê Siruşt û Çavkaniyên Siruştî ya Cîhanî (IUCN) çeqelê belek di “lîsteya sor a cureyan ku koka wan li ber qelandinê” de ye.

Wênekêşên siruştê dîmenê çeqelê li navçeya Besniyê di şikeftên nêzîkî herêma Feratê de tomar kirin.

Musa Gurbuz ê wênekêş 2 metre nêzîkî çeqel bû û dîmenê çiqel kişand.

Wênekêş Gurbuz diyar kir ku wî bihîstibû ku çeqelê belek di şikeftên herêma Feratê de dijîn û ew bi rêberiya Hasan Çelîk û Metîn Saruhan çû şikeftê û wêneya çeqel girt.

Rudaw
Top