• Friday, 29 March 2024
logo

Împeratorê Japonê kurdek bi 'medalyaya zêrîn' xelat kir

Gulan Media April 30, 2020 Corane
Împeratorê Japonê kurdek bi 'medalyaya zêrîn' xelat kir
Împeratorê Japonê wek rêzgirtinekê li hember hewldanên wî ji bo xurtkirina peywendiyên dostane û pêşxistina têgihîştina hevbeş di navbera Japon û Iraqê de li ser asta şaredariyan, bi medalyaya zêrîn, serokê berê yê Şaredariya Helebceyê xelat kir.

Îro 29ê Nîsana 2020, Împeratoyê Japonê Naruhito, Medalyaya Roja Hilatî ya bi tîrêjên zêrîn ên wek gulê, pêşkêşî Xidir Kerîm Mihemed, serokê berê yê Şaredariya Helebceyê kir.

Xidir Kerîm Mihemed dibe duyemîn kes li Kurdistanê ku wê medalyaya Japonê werdigire.

Derbarê wergirtina wê xelatê de, serokê berê yê Şaredariya Helebce û Cîgirê Serokê Rêxistina Şaredariyên Cîhanê, Xidir Kerîm Mihemed ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Ji sala 2005 ve endamê Rêxistina Şaredariyên Cîhanê me û ji sala 2008 ve jî Cîgirê Serokê vê rêxistinê me heta niha, di wan çend salan de çendîn çalakiyên min ên hevbeş hebûne li gel welatan, min beşdarî di konferansan de kiriye. Sala 2007 jî min karî vê konferansê li Helebce birêve bibim.”

Bi gotina Xidir Kerîm, kar û xebatên wî bûne sedema komkirina gelek endaman ji rêxistinê re û tekez dike: “Her ji aliyê min ve rêxistina Kurdî-Japonî hat avakirin, hemû ew tişt bûne sedema çêbûna peywendiyeke gelek xurt a kulturî, aborî û hunerî di navbera Şaredariya Helebce û şaredariyên welatên cîhanê.”

Xidir Kerîm da zanîn: “Birêz Naruhito, Împeratorê Japonê wek rêzgirtinekê li hember beşdariya me di xurtkirina peywendiyên dostane û pêşxistina têgihîştina hevbeş di navbera Japon û Iraqê li ser asta şaredariyan , ferman daye ku wî xelatî bidin min, ew jî cihê şanaziyê ye, sala bihorî jî Balyozxaneya Japonê li Iraqê medalyayeke din dabû min.”

Serokê berê yê Şaredariya Helebceyê herwiha destnîşan kir: “Îro bi fermî ez hatim agahdarkirin û biryar e di çend rojên bihê de li Hewlêr, yan Bexda û yan li Helebce bi amadebûna Balyozê Japonê yê li Iraqê û Konsulê Japonê yê li Herêma Kurdistanê û Berpirsê Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûneratiya Wezareta Derve ya Iraqê, di merasimekê de xelata medalyaya zîrîn a rêzgirtinê ya Împerastorê Japonê bidin min.”

Xelata Order of the Rising Sun, ji sala 1975 ve ji aliyê Împerastorê Japonê ve hatiye danîn û bi wan kesan tê dan, ku xwedî destkevtên giring in di peywendiyên navdewletî de û herwiha di pêşxistina kultura Japonê û parastina jîngehê de.

Rudaw
Top