• Saturday, 20 April 2024
logo

Bi online şeva hineyê kirin, lê polîsan bi ser malê de girtin

Gulan Media April 22, 2020 Corane
Bi online şeva hineyê kirin, lê polîsan bi ser malê de girtin
Li bajarê Stenbolê Pinar Gurkan a 35 sakê û Mutlu Toksoz ê 38 salê ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê li ser înternetê şeva hineya xwe saz kirin, lê dîsa jî polîsan bi ser malê de girtin.

Pinar Gurkan û Mutlu Toksoz li ser înternetê şahiya şeva hineya xwe saz kirin û nêzîkî 37 mirov û hevalên wan bi awayeke online beşdarî şahiya hineya bûn.

Di şahiya hineya dê Pinar Gurkan cilên sor lixwe kirin û beşdariyan jî mûm pêxistin û stranên şahiyê strandin.

Direngiya şevê Mutlu Toksoz çû mala sozdariya xwe Pinar Gurkan. Piştî ku Mutlu Toksoz diçe mala sozdariya xwe, polîs jî li ser saloxiya şahiya bi komî, bi ser malê de digirin, lê piştî ji rewşê agahdar dibin vedigerin.
Top