• Friday, 29 March 2024
logo

Li Amerîkayê pilingek tûşî koronayê bû

Li Amerîkayê pilingek tûşî koronayê bû
Baxçeyeke ajelan li Amerîkayê ragihand, ku pilingek li wê baxçeyî bi vîrusa koronayê ketiye, lê belê rewşa tendirustiya piling baş e.

Li gor daxuyaniya Encûmena Parastina Ajelan a li Amerîkayê, dibe ku ew piling vîrusa koronayê ji kesekî wergirtibe, ku li wê baxçeyê kar dike û xwarinê dide wî ajelî.

Encûmena Parastina Ajelan a li Amerîkayê dibêje, navê wê pilingî Nadia ye û 4 salî ye.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, li heman baxçeya ajelan 3 şêr jî nîşaneyên kuxika hişik di laşê wan de derketiye, lê belê tê çaverêkirin ku baş bibin.

Nûçeya belavbûna koronayê di nava ajelan de heta niha derbarê seg û pisîkan de bû, lê belê niha derketiye ku ajelên din jî bi vê vîrusê dikevin.

Pêştir li Hong Kongê çend haletên tûşbûna seg û pisîkan bi koronayê hatibû ragihandin, ku ji mirovan ve vîrusa COVID-19 wergirtibûn.

Rudaw
Top