• Saturday, 27 April 2024
logo

Qers; bajarê berfa hûr û bihişta geştyariya zivistanê

Gulan Media February 7, 2020 Corane
Qers; bajarê berfa hûr û bihişta geştyariya zivistanê
Tevî ku zivistanên parêzgeha Qers a Bakurê Kurdistanê sar û dijwar in û zivistan debara jiyanê bo xelkê Qersê zehmet dike, lê belê li navçeya Qamûşanê ya ser bi Qersê ve navendeke kaşûnê ya pêşkevtî bûye sedema serdana hejmareke zêde ya geştyaran bo wê navçeyê, bi awayekê ku geştyarên zivistanê piraniya geştyarên Qersê pêk tînin.

Li bajarê Qersê dema ku berfa salê avêt bajar wek bûkaniyeke sipî li ber xwe dike, ava çem û kaniyan diqerisin.

Her çend zivistan ji bo xelkên Qersê debara jiyanê zehmettir bike jî, çarenûsa vî bajarî li ser geştyariya zivistanê ye.

Gotinek folklorîk a Kurdan heye ku dibêje berfa hûr dawiya wê dûr e, Qers jî bajarê berfa hûr e , û ev bajar di dirêjiya salê de di bin desthilata zivistana dijwar de ye.

Qamûşan ango Sarîqamîş bajaroka Qersê ye, ku 56 km li rojavayê navenda bajêr e, bilindahiya vê bajarokê ji navenda bajêr zêdetir e û ev der 4-5 pile ji navenda bajêr sartir e.

Berpirsê Federasyona Kaşûkê ya Tirkiyê, Şener Agbaba ji Rûdawê re dibêje: "Berfa ku ji bo werzîşa kaşûkê guncav e yê vê derê ye, em dikarin bêjin ku ji bin tê de nem û ritûbet nîne, berfeke krîstal û zuha ye, di cîhanê de ji vê berfê guncavtir nîne."

Berf û seqema vê navçeyê, van salên dawî di werza zivistanê de ji bo geştyaran niha bûye rawestgeha werzîşa kaşînê ya sereke, tesîsa kaşînê ya Qamûşan bi 25 km dirêjiya xwe û bi pergala telesîyejê van salên dawî nav û dengê xwe li hemû cîhanê belav kiriye.

Van salên dawî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya berfê her diçe kêmtir dibe, gelek bajarên ku heta berî deh salan jî bi metreyan befir lê dibariya ev çend zivistanên bê befir mane û xelkên bi hesreta berfê berê xwe didin Qamûşan a Qersê, yên ku ji bo werzîşa kaşînê tên yên ku ji bo dîtbariya zivistanê her yek ji halê xwe gelek razî pesnên vê derê didin.

Sûretvan, Efkan Kurt jî dibêje: "Ev 3 sal in ku ez li vê navçeyê me û wêne dikêşim, ev der di warê wêneyan de cîheke pir dewlemend e, dema ku pelekiyên berfê dikeve ser van darê çaman dîtbariyeke gelek ciwan derdikeve holê; ji alieyeke din ve ji ber ku berfa vê derê nerm û hûr e ew kesên terayê erdê dibin jî naêşin."

Li Qamûşanê 8 otêlên kaşînê di zivistanê de dergehên xwe ji bo mêvanan vedikin, ev otêl havînê girtî ne, di vê werzê de geştyarên zivistanê dikarin hemû pêdiviyên xwe li vê derê dabîn bikin; herwisa hemû alav û kelûpelên werzîşa kaşînê li vê derê di xizmeta mêvanên de ne.

Feyaz Erdogan yek ji wan kesan e ku zivistana îsal bo derbaskirina demek xweş serdana navçeya Qamûşana Qersê kiriye. Ew ji Rûdawê re dibêje: "Ez bi tevî hevalên xwe ve ji bajarê Enqerê hatime vê derê, ev der hem bi xwezaya xwe hem jî bi kalîteya berfa xwe tesîseke bêhempa ye."

Yaşar Sermen jî geştyarekî din ê navxweyî ye û ew jî diyar dike: "Keyfeke mezin heye li vê derê, ji Stenbolê em du heval berî niha hatibûn, duv re li ser pêşniyariya me hevalên me yên din jî li me zêdebûn."

Geştyara bi navê Merve Demîr jî dibêje: "Ez werzîşa snowboardê dikim, bi rastî di cîhanê de ji vê derê ji bo vê werzîşê guncavtir cîheke din nîne."

Salane di navbera 100 û 110 hezaran de geştyar tên serdana bajarê Qersê; lê ji vê rêjeyê % 82 wê geştyarên zivistanê ne.

Rudaw
Top