• Saturday, 20 April 2024
logo

Keçeke Rojavayê Kurdistanê bi kelûpelên metbexê birîna çêdike

Gulan Media January 23, 2020 Corane
Keçeke Rojavayê Kurdistanê bi kelûpelên metbexê birîna çêdike
Keçeke Rojavayê Kurdistanê ku karê makyajê dike, bi alavên metbexê, dîmenên birînan li ser rûyê zarokan çêdike û ew dixwaze bi vî karê xwe tevlî sînemaya Kurdî bibe.

Li Rojavayê Kurdistanê 25 hezar birîndarên şer hene, Diyana Zekî ya 16 salî ku xelka Amûdê ye, dixwaze bi karê xwe yê makyajê, piştgîriya xwe ji bo wan birîndaran nîşan bide.

Diyana Zekî bi rengan birînan çêdike û ew kelûpelên metbexê bo karê xwe yê hunerî bikar tîne. Diyana li ser tûndutîjiyên li dijî jinê jî kar kiriye. Her birînek li cem Diyana, xwedan çîrokeke taybet e.

Derbarê karê xwe Diyana dibêje: “Ez hêj biçûk bûm min ji rengan û xizkirinê hez dikir. Herwiha min weke hemû keçan ji çêkirina makyajê dikir. Dema ez mezin bûm, min paşê li ser înternetê temaşe videoyan kir û xwest weke wan makyajê bikim. Min dixwest ez çêkirina birînan a weke sînemayê test bikim, lê kelûpelên min nebûn û min jî hewl da ku ez ji kelûpelên metbexê çêkim. Min hevir, ava bacanan, firçe û reng bikar anîn.”

Diyana diyar kir ku her birîna ku ew çêdike çîrokek li pişt wê heye û dibêje: “Min li ser şerê Sûriyê û Iraqê birîn çêkirine. Min binpêkirinên li dijî mafê jinan kiriye mijara xwe.”

Bi gotina Diyana li Rojavayê Kurdistanê karên sînemayî hene, lê ew ne di asta pêwîst de ye û ew dibêje ku hêvî dike karê sînemayê li Rojavayê Kurdistanê pêş bikeve û ew jî bibek beşekê wê.

Rudaw
Top