• Thursday, 28 March 2024
logo

Van xwarinan germ nekin

Gulan Media January 20, 2020 Corane
Van xwarinan germ nekin
Pizîşka pispora xwarinan li Amerîkayê dibêje, gelek caran di maweyê amadekirina danê nîvro, dibe xwarinek bo êvarî jî bê rakirin, lêbelê hinek xwarin hene ku mayîn û dûbare germkirin û xwarina wan, metirsiyê li ser tendirustiyê pêk tînin.

Ew xwarinên ku divê neyên germkirin;

Hêk

Piraniya caran bektiryaya salmonêlay tê de ye, ew kesên hêkan bi başî nekelînin, dibe ku tûşî wê bektiriyê bibin, ji ber ku ji nav neçûye û paşê eger bo maweyekî dirêj di pileya germê ya odeyê de bê hiştin bektirya bi lez zêde dibe û eger ew hêk bê xwarin dibe sedema nexweşiyê. Ji ber wê yekê Dr. Kanta Şêlkî ku pispora xwarinan e li Amerîkayê, rênimayan dike ku hêk baş bê kelandin û piştî amadekirinê bi lez bê xwarin û neyê hiştin bo demek din.

Petate

Yek ji xwarinên bi tam û dilxwaz a beşek zêde ji xelkê ye, lêbelê petate jî eger bê amadekirin û di pileya germaya odeyê de bê hiştin, bektiryaya ‘Clostridium botulinum’ li ser çê dibin û eger tûşbûna bi nexweşiyê zêde dike.

Birinc

Sala 1970 li Çînê hejmareke zêde ya xelkê jehrîbûn, ev jî ji ber wê bû ku di rêstorantekê de birinc bo maweyekî dirêj di pileya germahiya odeyê de hatibû hiştin ku jehrî bûbû bi bektirya. Pispora xwarinan li Amerîkayê dibêje, ev nayê wê wateyê ku divê xelk birinc nexwin an hilnegirin, lê eger di sarincê an jî di pileya germahiya guncaw de bê hiştin, metirsiya geşekirina bektirya kêmtir dibe.

Xwarinên sorkirî

Di dema hilgirtin û dûbare germkirina wan xwarinan de çendîn madeyên jehrawî û dûkelî metirsîdar tê de çê dibin ku ziyanê digihînin tendirustiyê, taybet sedem in bo pîrbûna pêşwext.

Rudaw
Top