• Tuesday, 30 April 2024
logo

Tenê piştî 2 saetan ji mirina hevjîna xwe ew jî mir

Gulan Media January 20, 2020 Corane
Tenê piştî 2 saetan ji mirina hevjîna xwe ew jî mir
Piştî du demjimêran ji mirina hevjîna xwe, zilamekê xelkê Soranê canê xwe ji dest da û li kêleka hevjîna xwe hat veşartin.

Li gundê Zargeliya Balekiyan a qezaya Soranê, Hikme Mehmûd ê 40 salî û Serwîn Kesebar 45 salî ku hevjînên hev bûn, di rojekê de û tenê bi 2 saetan navber, koça dawî kirin.

Serwîn û Hikmet 27 sal bû ku hevjîn bûn. Du keç û kurekî wan hebû. Keça wan a biçûk, Nûre Hikmet dibêje, gelek hez ji hev dikirin, di her tiştî de bi hvre bûn, di mirinê de jî bi hev re bûn.

Serwînê nexweşiya şekir û zextê hebû, û vê sibê li mal di xew de koça dawî kiriye.

Ji ber koça dawîn a Serwînê, her îro li nexweşxaneyê û mizgeftê, rewşa Hikemtê hevjînê wê gelek têkçû û kêmtir ji du demjimêran piştî mirina Serwînê, Hikmet jî bi celteya dil koça dawî kir.

Nimêja miriyan li ser herdu kesan bi hev re hat kirin.

Biraziyê Serwînê, Hewrê Kemal ji Rûdawê re behsa herdu hevjînan dike û dibêje: “Hertim pêkve bûn ji bo şîn û şahiyan, bo geryan û serdankirinan, gelek ji hev hez dikirin û xwedê jî xwast ku pêkve vegerin cem wî.”

Birayê Hikmet, Şefîq Mehmûd jî diyar kir: “Demjimêr 5 bû, Hikmetê birayê min telefona min kir û got, Serwînê bibin nexweşxaneyê ku em çûn temam bibû, demjimêr 7 me termê wê gihande mizgefta gund û gelek digiriya û gelek xem dixwar. Me gelek dildanî dan ber dilê wî, lê bêfêde bû ji xeman krîza dil derbas kir û Hikmetê birayê min jî mir.”

Rudaw
Top