• Tuesday, 30 April 2024
logo

Quranxwînê navdar ê Kurd: Ez bi kurdbûna xwe şanaz im

Gulan Media January 19, 2020 Corane
Quranxwînê navdar ê Kurd: Ez bi kurdbûna xwe şanaz im
Pêşewa Kurdî yan jî bi navê tê naskirin Reid Kurdî, yek ji wan kesan e ku bi xwendina xwe ya Quranê binavûdeng bûye. Kurdî dibêje ji bo bes li Îmarate bimîne hemû derfet jê re çêkirine, lê ew dixwaze li Kurdistanê bijî. Kurdî herwiha dibêje ku ew bi Kurdbûna xwe şanaz e.

Pêşewa Kurdî bixwe xelkê bajarê Silêmaniyê ye, lê zanista îslamê li Kerkûkê xwendiye û ew bi xwendina xwe Quranê bi navdar bûye û gelek caran ji bo welatên weke Îmarat, Bahreyn, Erebistana Siûdiyê û Dubaiyê hate vexwendin. Di sala 2001ê de beşdarî pêşbirka xwendiya Quranê bûye û li ser asta Iraqê bûye kesê sêyem.

Kurdî ji Rûdawê re got: “Spas ji Xwedê re ez niha heroj Quranê dixwinim. Li Silêmaniyê şagirtên min hene û ez li navenda Beheştê dersa Quranê didim wan. Piştî dersa ez dîsa dest bi xwendina Quranê dikim. Ji bo baş bixwinim heroj dixebitim û dersê werdigirim.”

Li ser pirsa “tu dixwazî li Medîneyê bibî kesê pêşnimêjê?” Pêşewa Kurdî got: “Na naxwazim, jixwe li ba wan hinek mercên civakî hene û divê tu kesekî Siûdî bî. Eger te bawernameya doktorayê wergiri beî jî, tu ne Siûdî bî, rê nadin te, tu bibê kesê pêşnimêjê li wê derê.”

Li ser Youtubeyê vîdeoyek a Pêşewa Kurdî, zêdeyî 16 milyon caran hate temaşekirin. Derbarê vê yekê de Kurdî diyar kir ku gelek şîrove li ser vîdeoya wî hatine kirine û ew ji bo wî cihê kêfxweşiyê ye û wiha pê de çû: “Ez ji wan şiroveyên hatine kirin kêfxweş im. Ez hêvî dikim ew bibe wesileya ku misilman zêdetir guhdarî û xwendina Quranê bikin. Herwiha hêvî dikim ku kesên ne misilman jî, baweriya wan bi îslamiyetê were û bibin misilman.”

Pêşewa Kurdî destnîşan kir ku ew bi Kurdbûna xwe şanazî ye û got: “Ez cil û bergên netewî yên Kurdî lixwe dikim. Ez bi Kurdbûna xwe serbilind im.”

Bi gotina Pêşewa Kurdî li Başûrê Kurdistanê kesên quranxwîn zêdetir bi şêwaza Iraqê Quranê dixwinin.

Kurdî da zanîn ku ew heyamek e dûr û dirêj e peywendiyên wî ligel Îmaratê hene û got: “Di navbera me rêzgirtineke baş heye. Em ligel hev dost in. Ew dixwazin ez li Îmarê bimînim û heta ku hemû derfetan didin min. Tevahiya mirovên min li Kurdistanê dijîn, ez naxwazim wan bicih bihêlim.”

Rudaw
Top