• Tuesday, 30 April 2024
logo

Keça Kurd 70 hezar dolar pereyê daweta xwe diyarî da nexweşxaneyeke penceşêrê

Gulan Media January 13, 2020 Corane
Keça Kurd 70 hezar dolar pereyê daweta xwe diyarî da nexweşxaneyeke penceşêrê
Keçeke Kurd a nişteciha bajarê Silêmaniyê pereyê daweta xwe, ku 70 hezar dolarê Amerîkî ye, dibexşîne Nexweşxaneya Hîwa ya taybet bi çareserkirina nexweşên penceşêrê.

Keça Kurd, Bane Aso Hacî Mihemed Bamokî biryar da ku pereyê ji bo mesrefa daweta xwe wek diyarî bide Nexweşxaneya Hîwa ya taybet bi çareserkirina nexweşên penceşêrê.

Rêveberê Kargêriya Nexweşxaneya Hîwa, Bextiyar Mihemed ji Rûdawê re ragihand, Bane Aso 70 hezar dolarên Amerîkî diyarî daye nexweşxaneya wan.

Bextiyar Mihemed got: “Vê keça Kurd pereyê xerciya daweta xwe ji bo kirîna amûreke giranbiha û pêşkevtî wek diyarî daye nexweşxaneya me.

Rêveberê Kargêriya Nexweşxaneya Hîwa li bajarê Silêmaniyê destnîşan kir: “Biryar e ev amûr ji Almanyayê bê kirîn û em bînin Herêma Kurdistanê”.

Bi gotina Bextiyar Seîd, “kirîna wê amûrê dê bibe sedema gelek asankariyan ji hevwelatiyan re ku pêştir ji ber nebûna wê amûrê diviyabû nexweşên me serdana Hindistanê bikni û 5 hezar dolar xerc dikir, lê belê li nexweşxaneya me çareserî bê beramber in”.

Rêveberê Kargêriya Nexweşxaneya Hîwa herwiha diyar kir: “Em hêvî dikin kesên wek wê keça Kurd gelek bin û em spasiya alîkariya wê dikin”.

Rudaw
Top