• Tuesday, 30 April 2024
logo

Li festîvala balindeyan ‘Gula Çiya’ bû şampiyon

Gulan Media January 12, 2020 Corane
Li festîvala balindeyan ‘Gula Çiya’ bû şampiyon
Enqereya paytexta Tirkiyê bi rêkeberiyên siyasî di navbera desthilat û oposizyonê de navdar e, lê vê carê li Enqerê rêkberî ne di navbera aliyên siyasî de di navbera mirîşk û qazan de bû. Di çaremîn festîvale balindeyan de qaza Kurdekî ji bajarê Wan a Bakurê Kurdistanê bû şampiyon.

Federasyona Balindeyan ya Tirkiyê îsal çaremîn pêşengeh û pêşbirka balindeyan bi beşdariya nêzîkî 1800 mirîşk, dîk û qazan li enqerê encam da. di pêşbirka îsal de cihekî berfireh bo mîrîşkan hate veqetandin û 1200 mirîşk di salona pêşangeh û pêşbirkê de hatine amade kirin.

Ozcan Çetîn, Serokê Federasyona Balindeyan, “Nêzîkî hizar û heşsed ajelên balinde li vê salonê amade ne, me îsal di asta beşdariyê de rekorek şikand, Li her derê Tirkiyê beşdar hene, rastî beşdarî gelek baş e, em ê li vir şovekê bikin.”

Federasyona balindeyan a Tirkiyê ku beşeke ji federasyona nêwdewletî ya Balindeyan di van salên dawî de giringiye zêde bi peydakirina corên nû yên mirîşk , dîk û qazan daye bo pêşbirka îsal jî endamên fedarasyonê û hakem ji welatên bêyanî hatine pêşwazî kirin.

Lamment Van Beek, dadwerê festîvalê jî dibêje, “Pisporiyeke gelek baş e bo me. Yekem car e ez têm vê pêşangeha li Tirkiyê. Du pisporên din jî hene ji Nemsayê hatine ku em ajelên li vir temaşe bikin ka çawa ne. Ez gelek şanaz im ku ez li vir im. Hêvîdar im careke din bêm vir.”

Pêşbirka îsal di kategoriya mirîşk û qazan de hate encamdan û di kategoriya mirişkan de mirîşka bi navê Brahman ji bajarê Amasya bû şampiyon.

Arif Adnan Akdemir, xwediyê mirîşka şampiyon dibêje, “Ev core di asta Tirkiyê de coreyê herî mezin û xweşik e, eslê xwe corekî bêyanî ye û em dibêjinê Brahman. Berê ez bûbûm şampiyonê Tirkiyê niha jî min li vê salonê Grand Şampîyonî bi destxist.”

Di kategoriya qazan de jî ji wan a Bakurê Kurdistana qaza bi navê ‘Gula Çiya’ bû şampîyon. Xwediyê Gula Çiya bi şanazî dibêje wî qaza xwe weke zarokekî mezin kiriye û kedeke zêde daye heta ku gihiştiye roja îro.

Erdogan Ay, xwediyê Qaza Şampîyon diyar dike, “Hestekî gelek xweş e ez nikarim hestên xwe bînim ziman lê di nava dilê min der kelecaneke zêde heye, min kedeke gelek zêde da û ez îro bûme şampiyon , ev hemû encama keda min e û ez pirr keyfxweş im.”

Xwediyên mirişîk û qazan ên ku hatine hilbijartin bi plaket û xelatên cur bi cur hatin xelatkirin.

Rudaw
Top