• Tuesday, 30 April 2024
logo

Sêwaz bajarê herî sar ê Bakurê Kurdistanê ye

Gulan Media January 12, 2020 Corane
Sêwaz bajarê herî sar ê Bakurê Kurdistanê ye
Parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê bajarê herî sar ê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye.‎

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ragihand ku bajarokê Kamîlava yê ser bi parêzgeha Sêwazê navçeya herî ‎sar a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye, ku pileya germayê daketiye 22,8 pile jêr sifrê.‎

Ew çemê di nav bajêr re diçe bi tevahî qeşa girtî ye û qeşayê baskê xwe bi ser tevahiya bajêr de ‎kişandiye.

Ji wextê hatine demsala zivistanê ve, Sêwaz yek ji wan bajaran bûye ku her destpêkê bi ‎awayekî berdewam berf lê bariya ye û sir û sermayeke zêde lê heye.

Rudaw
Top