• Tuesday, 30 April 2024
logo

Li Wanê du zarokan bi berfê peykerê Alan Kurdî çêkirin

Gulan Media January 5, 2020 Corane
Li Wanê du zarokan bi berfê peykerê Alan Kurdî çêkirin
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, du zarokên bi navê Zeynep Nur Fazla û Elvîn Fazla, ji berfê peykerê Alan Kurdî çêkirin.

Li bajarê Wanê, Zeynep Nur Fazla ya 12 salî û Elvîn Fazla ya 13 salî ku dodmamên hev in, ji bo ku balê bikşînin ser encamên bi êş û azar yê şer, ji berfê peykerê Alan Kurdî di nav baxçeyê mala xwe de çêkirin.

Xebata Zeynep û Elvîn di torên medyaya civakî de deng veda.

Herdu keçên biçûk dibêjin, wan bi çêkirina peykerê Alan Kurdî xwestin balê bikşînin ser wêranî û kuştinên ku li Sûriyê di encama şer de pêk tên, herwiha herdu zarokan diyar kirin ku par wan ji berfê peykerê Zûrafe, Hesp û Gûr jî çêkiribûn.

Zeynep dibêje: “Zarok mala germ heq dikin, li gor min her kes di welatê xwe de divê mezin bibe.”

Elvîn Fazla jî got: “Ez dixwazim kêliyek beriya ya din, şer biqede û aîtî pêk bê, ji ber ku şer ji bo zarokan nexweşe.”

Alan Kurdî ji malbateke Kobanî bû û malbata wî wek gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber şerê Sûriyê bi hêviya jiyaneke baş berê xwe dabû welatên Ewropa.

Di Îlona sala 2015an de Alan Kurdî ligel dayîk û biryarekî xwe, dema ku dixwestin biçin Ewropayê, di nav deryayê de xeniqîbûn. Ji wê rûdanê tenê bavê Alan rizgar bibû. Wê rûdanê dengek mezin veda bû.

Rudaw
Top