• Tuesday, 30 April 2024
logo

Rojnamevana navdar a Ereb li apartmana xwe li Dubayê mirî hat dîtin

Gulan Media January 2, 2020 Corane
Rojnamevana navdar a Ereb li apartmana xwe li Dubayê mirî hat dîtin
Necwa Qasim, rojnamevana Lubnanî û pêşkêşkara navdar a televîzyona Al Arabiya, li apartmana xwe mirî hat dîtin.

Necwa Qasim, ew 15 sal bûn ku li kanala Al Arabia wek bêjerên nûçeyan û pêşkêşkar kar dikir û li wê kanalê wek perçeyê Krîstalê dihat binavkirin.

Wê rojnamevana Lubnanî ku 52 salî bû, ji bo demeke dûr û dirêj rûmala şerên mezin ên weke şerên Efxanistan, Iraq û Lubnanê kir.

Berî ku li Al Arabiayê kar bike, bo dema 11 salan li televîzyona Mustaqbal a wî welatî xebitibû, lê di sala 2004 de bi fermî li gel Al Arabiyayê dest bi kar kir.

Necwa, ji ber karê xwe yê rojnamevanî yê profesyonel çendîn xelat wergirtibûn, û ji aliyê Kovara Arabian Business ve wek yek ji jinên herî bihêz li cîhana Eebî hatibû binavkirin.

Di dawî twîîta xwe de nivîsiye: “Xwedayê min, saleke xêr be ji bo hemûyan, welatê me biparêze û çavê te li Lubnanê be.”

Rudaw
Top