• Tuesday, 30 April 2024
logo

Hikûmeta Japonê rê li ber zewaca Kurdekî digire

Gulan Media January 2, 2020 Corane
Hikûmeta Japonê rê li ber zewaca Kurdekî digire
Temenê wî tenê 21 sal e û 13 sal e li Japonê dijî û xwendina xwe jî her li Japonê biriye serî, niha aşiqê keçeke Viyetnamî bûye û dixwaze li gel bizewice. Bavê keçikê jî razî bûye, lêbelê hikûmeta Tokyoyê nehatiye ser xetê û rê nade ku ew her du ciwan bigihijin hev.

Ew ciwanê Kurd ji tirsa hikûmeta Japon, newêre navê xwe bo kovara Atlantîk a Amerîkî aşkere bike û ji ber wê yekê navê Johnny Depp ku aktorekî navdar ê Amerîkî ye, li wî hatiye kirin. Dayik û bavê wî ciwanê Kurd bi salan berî niha li ser doza Kurd û ji ber metirsiya sizadana hikûmeta Tirkiyê koç kirin bo Japonê. Wan di maweyê 13 salan de 4 caran serlêdana penaberiyê li hikûmeta wî welatî kirin lê her carê hat redkirin.

Johnny bi ruxsar ne Japon e, lê bi şêwaz û gotinên xwe bûye Japonekî temam, her ji ber hindê rijd e li ser daxwaza mafê mayînê li wî welatî û bo wê yekê jî dozek li ser hikûmeta Japon tomar kiriye. Ew ciwanê Kurd dixwaze bi wergirtina qebûlê ji hikûmeta Japon, rê bo du xwîşk û bira û gelek penaxwazên din ên niştecihên Japon xweş bike.

Japonê çandeke girtî û hişk heye ku vê yekê rengê xwe daye ser siyaseta hikûmeta wî welatî jî li hember koçberan. Li gor raporta hatiye belavkirin, ji aliyê Japonê ve fêrbûna zimanê wî welatî têrî nake û liv, tevger û miamele û herwiha şêwaza wê welatî jî divê bê fêrbûn.

Li gor raporteke sala 2016an a navenda Ipsosê, li gor piraniya Japoniyan çanda wî welatî ew qas danisqeye ku gelek zehmet e koçber bikarin li gel biguncin taybetî jî axaftina bi dengekî nizm û cudakirina zibil li gor cureyên wê.

Li gor raporteke meha Çileya sala derbasbûyî, navenda PEW a Amerîkî, niha li Japonê nêzikî 2 milyon û 320 hezar koçber dijîn. Sala 1990an nêzikî yek milyon û 80 hezar koçber li Japonê hebûn û li gor vê yekê di 3 dehên dawîn de rêjeya koçberan ji sedî 100 zêde bûye.

Hikûmeta Japon nîgerane ku eger mafê penabertiyê bi wan çend milyon koçberan bide, ev dê kêşeyê bo nasnameya çanda Japonê pêk bîne. Ew ciwanê Kurd û malbata wî jî Japonî dizanin, her çiqas dokumentên hikûmetê tiştekî din bêjin.

Ciwanê Kurd ji kovara Amerîkî re dibêje, “Em bi qêr nakin bi ser hev de û li bazar û restorantan de bi dengekî bilind naaxivin. Em fêrî liv û tevgerên civaka Japon jî bûne.”

Japonê sala 1981an konvanisyona penaberan a Netewên Yekgirtî îmze kiriye, ku wan penaberan biparêze ku ji ber metirsiya li ser jiyana wan an jî îşkenceyê, ji welatên xwe koç kirine û çûne wî welatî, lêbelê Japon di pratîkê de xwe ji wê berpirsyariyê vedize.

Li gor raporteke Deutsche Welle ya Almanî, sala 2018an nêzikî 10 hezar kesan daxwaza mafê penabertiyê ji hikûmeta Japonê kirin û ji wan tenê 42 kesan bersiva erênî wergirt. Li gor van amaran jî Japon di nav wan welatên pîşesaziyê de xwedî nizimtirîn rêjeyê ye di parastina mafên koçberan û penaxwazan de.

Johnny û malbata xwe li bajarê Kawaguçî ku dikeve rojhilatê Japobê niştecih in. Li wî bajarî hejmara biyaniyan mehane zêde dibe, niha 35 hezar kesên biyanî li wê navçeyê dijîn ku dike ji sedî 6 ê rêjeya rûniştvanên wê navçeyê û ev jî yek ji bilindtirîn rêjeya biryaniyan e li bajarên Japonê.

Serokê Şaredariya Kawaguçî, Nobu Okuno, gazindên xelkê gihiştine guhê wî ku koçber kom dibin û bi dengekî bilind diaxivin û zibil ji hev cuda nakin. Lê Okuno dibêje di dem re koçber dê xwe li gel çanda wî welatî biguncînin ku di demekê de wî bajarî ji bo kargeh û dabînkirina xizmetguzariyên tendirustî pêwîstî bi karkerên biyanî heye. Şaredariya Kawaguçî salane 6 milyon dolar bo çavdêriya pizişkî ya biyaniyên wî bajarî daniye.

Li pirtûkxaneya bajarê Kawaguçî hejmareke zêde ya wêneyên koçberan hene û li ser wan wêneyên gotinên wan koçberan ên derbarê civaka Japonê de hene, di yek ji wan de Kurdek dibêje, “Min dilê mihrebanî yê Japoniyan gelek divê.” Lêbelê weke Johnny ji kovara Amerîkî re dibêje, kêmcar heye ku ew dilê mîhreban karîgeriyê li ser siyaseta hikûmeta wî welatî çê bûbe.”

Navê Johnny li zanîngeha ku dixwast derketibû, lêbelê navê wî hat redkirin, ji ber ku pêwîst bû ji fermangeha koçberên li wî bajarî nameyeke bîne ku rê pê bê dayîn ji navçeyê derkeve. Karbidestên zanîngehê nîgran bûn ji wê yekê ku Johnny dê çawa bikare ji bajarekî din rojene bê bo zanîngehê.

Johnny dixwast bibe wergêr, lê niha bi neçarî li beşa mekanîkê dixwîne, di vê rewşê de jî eger nekare weke yekem Kurd bi serbixwe mafê penabertiyê ji Japonê werbigire, ew piştî derçûna ji zanîngehê jî nikare di waê mekanîkê de kar bike.

Destgiretiya Johnny ku mafê penabertiya timî ji Japonê wergirtiye, dibêje, “Maweyekî dirêje dibînim hewl dide, ji ber hindê bê aqilî ye eger bîr li xewnên xwe bikim. Dema ku destpêkê me hev dît, min hest pê kir kurekî xwînşirîn û gotinxweş e, piştre fêr bûm ka malbata wî di çi pirsgirêkê de dijî û ew çawa dixwaze malbata xwe biparêze û çi bar li ser milên wî ye û ku min ev dît dilê min zêdetir lê geş bû.”

Ew jî dizane heta ku mafê penabertiyê wernegire, nikare li gel wî ciwanê Kurd ê bi nasnav Johnny bizewice.

Malbata Johnny ne xwestin behsa karê xwe bikin bo wê kovara Amerîkî, lê piraniya Kurdên li Japonê di kerta bînasaziyê de kar dikin. Mamê Johnny ku wî jî navê xwe aşkere nekiriye, yek ji wan kesan e ku bi rêya zewaca li gel jineke Japon mafê mayîna timî li wî welatî wergirtiye.

Mamê wî ciwanê Kurd li hember sîstema koçberan a Japonê hêrs e û dibêje, “Ne girîng e ku du 20 salan jî li Japonê jiyabî, girîng nîne tomara yasaya te çend pak bê û te ti pirsgirêkek bo ti kesî çênekiribin. Ew her weke mirov miamele li gel te nakin.”

Rudaw
Top