Yekem pirtûkxaneya Kurmancî li Hewlêrê hat vekirin
Zêdetirî 15 hezar pirtûk di wê pirtûkxaneyê de hene û pirtûkên têde bi rênivîsa Latînî û zaravê Kurmanciya Jorîn in.
Pirtûkên Bindarokê siyasî, wêjeyî, zanistî û yên zarokan in û li 14 weşxaneyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê hatine çapkirin.
Piraniya kesên serdana wê pirtûkxaneyê dikin ji Rojava û Bakurê Kurdistanê ne ku li Hewlêrê dijîn an ji bo kar li vî bajarî niştecih bûne.
Navenda sereke ya wê pirtûkxaneya Bindarok li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û sala 2018an hatiye avakirin.
Rudaw