• Tuesday, 30 April 2024
logo

Keçeka Kurd a 10 salî di pêşbirka Matematîkê de bû yekema cîhanê

Gulan Media December 19, 2019 Corane
Keçeka Kurd a 10 salî di pêşbirka Matematîkê de bû yekema cîhanê
Keçeke Kurd a temen 10 salî ya ji Rojhilatê Kurdistanê, di pêşbirkeke hizîr ya Bîrkariyê (matematîk) de li ser asta cîhanê pileya yekem bi dest anî.

Li Kambodiya keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê, Agirîn Îbrahîmî ku 10 salî ye, di pêşbirka Bîrkariyê de ku li welatê Kambodiyayê birêve çû, pileya yekem bi dest xist.

Zehra Ebdulrehman xaltîka Agrîn Îbrahîmî ji Rûdawê re ragihand: “Agrîn Îbrahîmî beşdarî pêşbirkeke Bîrkariyê ya cîhanî ya bi navê UCMAS bû ku li welatê Kambodiyay û bi beşdariya 4,000 kesan hat lidarxistin, ku karî pileya yekem li ser asta cîhanê bi dest bixe.”

Zehra Ebdulrehman herwiha bal kişande ser wê yekê ku “Agrîn xelka bajarê Urmiyê ye û xwendekara pola carê ya seretayî ye, sala derbasbûyî li ser asta parzemîna Asyayê li welatê Malîziyayê beşdarî di pêşbirka Bîrkariyê ya UCMAS de kiribû û pileya yekem bidestxistibû. Îsal jî beşdarî di heman pêbirkê de li welatê Kambodiyayê kir û careke din bû yekem.”

Şermîn Yûsif Bedirxan, dayika Agrîn jî ji Rûdawê re ragihand: “Ji temenê 5 saliyê ve me keça xwe şandine ber xwandinê û niha temenê wê 10 salî ye. Ew di maweya 8 xûlekan de dikare bersiva 200 pirsên matmatîkê bide.”

Agrîn ku temenê wê 10 salin , karî di dema 8 xulekan de , 200 pirsiyarên Bîrkariyê bersiv bide



Rudaw
Top