• Tuesday, 30 April 2024
logo

Li Stenbolê Maratona Xezalan hat lidarxistin

Gulan Media December 9, 2019 Corane
Li Stenbolê Maratona Xezalan hat lidarxistin
Li Stenbolê li nava daristanên Belgradê çalakiyeke rengîn û balkêş hate lidarxistin. Çalakiya bi navê Maratona Xezalan bi eleqe û beşdariyeke gelekî germ derbas bû. Her çiqasî demsal zivistan û keş û hewa sarbe jî, beşdar di nava daristanê de bi bez û pêşbaziyê germ bûn. Di maratonê de ku ji deh welatan werzişvan beşdar bûn ciwanekî ji Dihokê jî dereceya 3. bidestxist.

Berbanga rojeke zivistanê ye û hewa têra xwe sar e. Le sar û seqem ne xema vî xelkî ye. Ji ber ku ew îro bo coş, şahî, kêf û maratona herî rengîn hatine vir. Muzîk, reqs û amadekariyên Maratona Xezalan dikin. Piştî ku start hate dayîn ewê li nava vê daristanê bazdin, da dereceya serkeftinê ya Maratona Xezalan bidest bînin. Ew maraton salane 4 caran tê lidaristin da xelk bêhtir berê xwe bidin werziş û xwezayê.

Cemal Tekîn amadekarê Maratonê ji Rûdawê re ragihand: “Salane nêzikî 4 hezar kes beşdarî maratona xezalan dibin. Ji ber ku ew beşa zivistanê ye hinekî kêm kes hatine lê dîsan jî 650 kes hatiye. Ji sedî 20ê wan jî zarok in. Me nav danî maratona xezalan ji ber ku li kêleka vê qadê kêwgeyeke xezalan heye. Pêşbirkeke bi zehmet e lê mebest ewe ku dîdariyeke xweşik û bi coş pêk were.”

Maratona Xezalan ku çend wezaret û saziyên fermî jî piştgiriya wê dikin îsal mazûvaniya 650 werzişvanên ji deh welatan dike. Lê beşdarên herî bi kelacan zarok in. Ji ber ku di 3 beşan de jî ewê bibezin.

Zehra Karahan yek ji werzişvanên beşdar di maratonê de dibêje: “Ez diçim dipistanê û di pola 3yan de dixwînim. Temenê min 7 e. Ji bo ku ez bazdim ez hatime vir. Belê ezê bazdim û bi serbikevim.”

Beşa herî dirêj ya maratonê 28 kîlemetre ye. Ya ji wê kêmtir 14 kîlometre û pêre 4 kîlometre û bo zarokan jî yek kîlometrebû. Dayîk û malbatên wan bi kelecana ji ya wan bêtir piştgiriya wan kirin, pişt re jî ew hatin xelatkirin û madalyayên wan hatin pêvekirin.

Werzişvan, Gungor Aknesil jî dibêje: “Di serî de ji bo jiyaneke bi tendurist ez hatim. Werziş tiştekî baş e û ez bo herkesî pêşniyaz dikim. Organîzasyoneke gelekî baş e. Hemû kes li ba hev in. Jin, mêr, zarok, temendirêj. Çalakiyek baş e. Ji bo ku em kêf jê digirin em hatin.”

Xelîl Îbrahîm Smayîl jî yek ji wan werzişvanên biyanî ye ku ew jî ji Dihoka Başûrê Kurdistanê hatiye. Piştî amadekarî û zehmeteke dirêj ew jî beşdarî beşa 14 kîlometir dibe û weke 3mîn kesê serkeftî yê vê beşê, parkûrê li dû xwe dihêle.

Xelîl Îbarhîm Smayîl diyar kir: “Destpêkê ez gelekî spasiya kanala Rudaw dikim ku ji serê sibê de hun li gel min in. Bo min cihê şanaziyê ye ku min dereceyeke baş bidest anî û spasiya xwedê dikim. Spasiya Lokman Mecîd jî dikim ku di her alî de alîkairay min kiriye.”

Maratona xezalan di nava daristaneke şîn û bê serûber de, bi dîmen û ahengên rengîn bi dawî hat. Tevî ku her car bêhtir xelkê bikêşe nava daristan û werzişê û bigihîje armanca xwe ya sereke.

Rudaw
Top