• Wednesday, 01 May 2024
logo

Salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê hat pîrozkirin

Gulan Media November 15, 2019 Corane
Salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê hat pîrozkirin
Li bajarê Silêmaniyê, şagirdên dibistanekê bi kincên kurdî salvegera avakirina bajarê xwe pîroz kirin.

Îro 14 Mijdarê, 235 sal bi ser avakirina bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê re derbas dibe. Ji ber ku bajarê Silêmaniyê roja 14 Mijdara sala 1784 ji aliyê mîrê wê demê yê mîrnişîna Baban, Îbrahîm Paşayê Baban ve hat avakirin.

Îbrahîm Paşa navê Silêmanê bavê xwe li bajêr kir, ji ber wê jî navê bajêr bû Silêmanî. Ji wê demê ve heta ku mîrnişîna Baban hilweşiya, Silêmanî paytexta wê mîrnişînê bû.

Îro bi helkefta salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê, şagirdên dibistana Kurd Genius ya bajêr kincên kurdî li ber kirin û ji Berderkî Sera heta parka Baxî Giştî meşiyan, stran gotin û govend girtin.

Rêvebera dibistanê, Sozan Ebûbekir li ser wê çalakiyê ji BasNewsê re got, me xwast bi awayekî cuda vê rojê pîroz bikin. Ji ber wê jî me kincên kurdî li ber kir û bi bilindkirina alaya Kurdistanê û gotina stranan me ev roj pîroz kir.

Basnews
Top