• Wednesday, 01 May 2024
logo

315 pezan xwe ji kendal avêtin mirar bûn

Gulan Media November 6, 2019 Corane
315 pezan xwe ji kendal avêtin mirar bûn
Li bajarê Bedlîs ê Bakurê Kurdistanê 315 mihan xwe ji kendaê avêtin û mirar bûn.

Bi hatina sermayê koçeran dest bi dagêrê kirin, 315 mihên koçeran li tanga Kevirê Qul xwe ji kedêl avêtin.

Di bûyera li tanga zinaran qewimî de mih mirar bûn.

Xwediyên pêz gelekî li ber xwe ketin û haya ekîbên Rêveberiya Çandinî û Daristanan pê xistin, ekîb çûn li herêmê dest bi lêkolînê kirin.

Mixtarê gundê Yalnizçamlarê Mehmet Salih Çevîk ragihand ku ji ber pezê xwe ji kendêla avêtin mirar bûn xwediyên pez gelekî li ber xwe ketin û mexdûr bûn.

Çevîk diyar kir ku pezê 3 malan mirar bûn û wiha pê de çû: "Kêmzêde 30 kesî ji van mihan debara xwe dikir. Her sal dema hewa sar dibe xwediyê ajelan pezê xwe dibin Sêrtê. Qasî 6 mehan li wê derê dimînin û paşê dîsa tên derdikevin zozana vê derê. Ji ber ku pezê wan mirar bû mexdûr bûn. Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin."

Abdulhalik Tarhan ê ji xwediyên pez diyar kir ku biharê pezê xwe derdixin zozanan û got: "Pezê min ji zinaran de ketin û mirar bûn, zerara me gelek e. Me debara xwe bi wan dikir. Em ji rayedaran çareseriyekê dixwazin."

Rudaw
Top