• Friday, 05 July 2024
logo

“Bazara Rojhilat” a Swêdê di destê Kurdan de ye

Gulan Media September 22, 2019 Corane
“Bazara Rojhilat” a Swêdê di destê Kurdan de ye
Li Swêdê “Bazara Rojhilat” a taybet bo berhêmên Rojhilata Navîn di destpêkê de wek ezmûneke biçûk dest pê kir, lê di van salên dawiyê de ev bazar bi berhemên wek ji welatên Hindistan û Pakîstanê diçin, li seranserê welatên Ewropayê belav bû.

Çend bazîrganên Kurd ên li Swêdê dijîn ji bo Bazara Rojhilat a Stockholmê piraniya kelûpelan dabîn dikin. Beşek ji bazirgan û dikandarên li bazarê kar dikin, hinek berhemên şînkatî û meywe li wî welatî hildebirên û hinek berheman jî ji Kurdistanê hawirde dikin.

Bazirganê Kurd ê bi navê Belen Ehmed Seîd ku li bazara Bîrakan kar dike, dibêje ku berhemên li wê bazarê têne firotin, rikeberiya markeyên Ewropayê dikin û xwarinên taybet ên Rojhilata Navîn û kelûpelên wan xwarinan li bazarê bi hêsanî têne peydakirin.

Belen Ehmed Seîd got: “Tama kelûpelên em li vîr difiroşîn mîna tama kelûpelên li Kerkûkê ne. Nan û goşt hema bibêje wek hev in. Herwiha berhemên me bala xelkê Swêdê jî dikişîne ser xwe.”

Xwediyê marketê, Alan Seîd jî wiha axivî: “Weke li Kurdistanê li vîr jî zêdeyî 15 cure birinc û 10 cure meyweyên me hene. Herwiha kelûpelên serûpê û kutilîkan jî weke yên Kurdistanê ne.”

Bazirganên li Swêdê bi pereyeke kêm ji şaredariyan erd kirê werdigirin û li wan cihan karê şinkatiyê dikin. Herwiha bi saya wan çend kes jî dibin xwedî kar.

Li baxçeyên ku pêştir Swêdiyan gul lê diçandin, niha Kurd li wan baxçeyan bacanên sor, biberm bacanreş û kerewîzê diçînin.

Alan Seîd da zanîn ku ew rojane ji wan baxçeyan kelûpelên taze dibin û wan di bazarê de difiroşin.

Hîwa Seyîd jî destnîşan kir ku li Finlandê jî weke Swêd karê xwe dike û got: “Me pêştir ji vê derê birinc, çay û şînkatî dibir û li Finlandê difirot. Lê em niha li baxçeyan wî karî dikin.”

Ji koçberiyê ber bi bazirganiyê ve

Li bajarê Opsalayê navê Selamî Kurd û li Stockholmê navên Celîl û Diler hemû Kurdan bihîstiye. Çimkî herî zêde ew ji bo Bazara Rojhilat a Swêdê kelûpelan dabîn dikin.

Berhemên herdu kompaniyên bi navê Kurde û Helal li marketên mezin ên Swêdê jî têne firotin. Xwediyên kompaniyan ku weke koçber çûbûn Swêdê, niha bûne xwedî sermayeke mezin.

Rêvebirê Kompaniya Helalê Faruq da xuyandin ku ew di sala 1991ê de çûne Swêdê û destpêkê dikaneke biçûk vekirine.

Faruq dibêje di van 10 salên dawiyê de 3 kargehên wan hene ku bo seranserê Swêd û welatên Ewropayê kelûpelên xwe dişînin û berhemên wan ligel markeyên navdar ên Ewropayê rikeberiyê dikin.

Kompaniya Kurde jî ku di dawiya salên 1980an de hate avakirin, kelûpelên wek birinc, xwarina amade û biharatê didin bazarê.

Selam Kurde diyar kir ku xwesteke zêde bû berhemên rojhilatî hene û got: “Her çend rikeberiya ligel markeyên Ewropî zehmet be jî, hinek berhemên me ji yên wan zêdetir têne firotin. Herwiha hikûmeta vê derê piştevaniya berhemên xwemalî dike. Lê ya me wisa nîne, qezenc û zerar wê ya meye.”

Rudaw
Top