Hirçê kesek kuşt û 2 kes birîndar kir
Li gor agahiyên berdest, li Ulubaxa taxa Uzundereyê Mustafa Oneş ê 81 salî li hewşa mala xwe rastî êrîşa hirçê hat.
Gulsun Oneş a xanima Mustafa Oneş jî dengê mêrê xwe bihîst û li ser vê gazî cînaran kir ku werin hawarê.
Hirçê Mustafa Oneş birîndar kir ji hewşê revî û rastî Ayşe û Murat Yildizê ku li qadê guz kom dikirin hat.
Hirçê Ayşe û Murat Yildiz jî birîndar kir û paşê revî çû.
Tîmên tendirustiyê birîndar bo nexweşxaneya li navçeyê veguhestin û paşê birîndar bo nexweşxaneyên li Erziromê şandin.
Mustafa Oneş ê di êrîşê de birîndar bibû tevî midexaleyan ji mirinê xilas nebû.
Hat ragihandin ku rewşa Ayşe û Murat Yildiz baş e.
Rudaw