• Wednesday, 01 May 2024
logo

Ciwanekî Kurd li Almanyayê bûye baştirîn werzîşvanê Kickboxê

Gulan Media September 19, 2019 Corane
Ciwanekî Kurd li Almanyayê bûye baştirîn werzîşvanê Kickboxê
Ciwanekî Kurd li Almanyayê bûye, werzîşvanê herî baş ê Kickboxê.

Ew ciwanê Kurd ê bi navê Ehmed Yûsif jî dibêje wî destpêkê nedixwast Kikcboxê bileyîz û diyar dike, “Ez ji bo fitnessê çûbûm. Ji min re gotin, ‘temenê te biçûk e, Kickbox li cem me heye, tu dixwazî Kickbox bilîze’ min jî got, ‘temam’, carekê min ew lîst û kêfa min jê re hat.”

Rahênerê, Ehmed, 7 salan li pey hev palewanê, cîhanê bû. Ew niha dixwaze wê ezmûna xwe bi, ‘şervan’ên xwe re weke ku bo wan yarîzanan bi zimanê almanî jê re dibêjin, parve bike.

Rahênerê Ehmed, Kamal Amranî, dibêje wan gelek talent hene û di nav wan de jî Ehmed li herî pêş û diyar dike, “Lê pêdivî bi demê heye. Ji ezmûnan zêdetir, bi lîstîna pêş ve diçe.”

Ev rahênan û meşqkirîna bi êş û xwêdan, ji bo qonaxa tê ya karwanê Ehmed, di profesyoneliya Kickboxê de, bikar tê kirin.

Ehmed dibêje ew dê 28ê vê mehê li Çînê bilîze û diyar dike ku ji seranserê cîhanê 16 yarîzan dê beşdar bibin û radigihîne ku ev di asta 67 kîloyan de ye. Ehmed dibêje, yên serbikevin dê 30ê meha Mijdarê dîsa li Çînê bilîzîn û yê serbikeve dê bibe palewanê cîhanê di asta 67 kîloyan de.

Kamal Amran, ji sala 2005an ve rêya rahêneriyê hilbijartiye û nasnavên, Almanya, Ewropa û cîhanê wergirtine. Ew pêşbîniya pêşerojeke geş ji bo Ehmed dike.

Rahênarê Ehmed dibêje, “Bilez gihiştiye wê astê ku hinek kes bi salan nagihijinê. Lewma ez talantekî mezin li gel Ehmed dibînim. Bi zîrekî û talenta xwe ve, bi rastî Ehmed dikare bigihije pileyeke bilind.

Yarîzanê Kurd armanceke din a mezin jî li pêşiya xwe daniye. Ehmed diyar dike, “Aramca min ez bigihijim wê astê ku ti kes negihiştiyê. Ez dixwazim di asta 67 kîloyan de bibim yê herî baş û ala Kurdî bilind bikim di nav alên cîhanê de.”

Rêya serkeftinê, bi zehmet, aloz û biêş e. Lêbelê Ehmed 19 salî ji vê yekê natirse.

Ehmed sala 2000an li Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Berî 5 salan hatiya Almanyayê û sala 2018an bûye palewanê Ewropayê yê Kickboxê.

Rudaw
Top