• Friday, 05 July 2024
logo

Google zimanê Kurdî nas nake

Gulan Media September 18, 2019 Corane
Google zimanê Kurdî nas nake
Google ku li cîhanê xwediyê tora herî berfireh a reklamê ye, zimanê Kurdî nas nake. Rêveberên Zarok TVê bi bîr xistin ku nifûsa kurdan ji 50 milyonî zêdetir e û bang li Google kirin Kurdî nas bike.

Bernameya AdWorsê ku bernameyeke reklamên înternetê ya Google ye, 44 zimanên cuda nas dike û dahata reklamê dide wan.

Rêveberên Zarok TVê ku weşana xwe li Amedê bi şêwezarên kurmancî û kirmanckî (zazakî) dikin, ji bo ku bikaribin ji dahata reklamê para xwe wergirin, serî li Google dan. Lê ji ber ku Google di vebijêrka zimanan de cih nedaye Kurdî, zimanê Kurdî ji aliyê Google ve weke "zimanê nayê naskirin" tê dîtin.

Gerînendeya Giştî ya Zarok TVê Ceren Asik, derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî. Asik, bi bîr xist ku nifûsa kurdan ji 50 milyonî zêdetir e û bang li google kir ku zimanê Kurdî nas bike û Kurdî di nava vebijêrka xwe ya zimanan de bi cih bike.

Asik, bal kişand ku parvekirinên Zarok TVê li ser kanala wan a Youtubeyê bi milyonan caran tên tikandin lê digel vê yekê jî nikarin ji dahata reklamê ya Youtubeyê sûd wergirin.

Gerînendeya Zarok TVê Ceren Asik, da zanîn ji bo ku hemû bernameyên Google zimanê Kurdî nas bikin pêdivî bi piştgiriyeke mezin a raya giştî heye û wiha axivî: "Google ji sedî 96 dahata xwe ji reklaman qezenç dike. Bernameya Google AdWors jî bo sektora dijîtal bazareke pir mezin e. Bi saya vê bernameyê mirov dikare mûşteriyan peyda bike û toreke berfireh a dahateke pir baş dikare ava bike. Di nava çend xulekan de mirov dikare bi rêya reklaman xwe bigihîne girseya xwe. Lê dema ku ziman Kurdî be, hûn nikarin jê sûdê wergirin. Em dikarin vê yekê bi maîlên ku Google bersiva me daye îsbat bikin.”

Ceren Asik, diyar kir ku bernameya berfireh a Google Adecense jî zimanê Kurdî nas nake û wiha berdewam kir: "Piştî ku bi kampanyayek bi hezaran îmze hatin berhevkirin Gooogle Translate bi sînor jî be xizmeta Kurdî da destpêkirin. Lê mixabin hêj gelek bernameyên googleyê Kurdî weke 'zimanê nayê naskirin' dibîne. Polîtîkaya google mixabin hêj zimanê kurdan nas nake. Ji ber vê yekê bi hezaran kompaniyên Kurdî nikarin bi rêya reklamên Kurdî dahata xwe zêde bikin.

Rudaw
Top