• Wednesday, 01 May 2024
logo

Li Norwecê ciwanekî Kurd bo cara duyem bû endamê şaredariyekê

Gulan Media September 16, 2019 Corane
Li Norwecê ciwanekî Kurd bo cara duyem bû endamê şaredariyekê
Li Norwecê ciwanekî Kurdek bo cara duyem wek endamê şaredariyekê hat hilbijartin û ew dibêje, ew weke yekem Kurd li wê navçeyê bûye endamê şaredariyê.

Bako Cebar, xelkê Kurdistanê ye û ev 18 sal in li Norwecê dijî. Ew ciwanêKurd ji Rûdawê re dibêje, sala 2017an di hilbijartinên şaredariyê yên Norwecê de, weke endamê şaredariya Fartherê hat hilbijartin û diyar dike ku îsal jî, bo endamtiya heman şaredariyê bûye navê xwe tomar kirye û bo cara duyem hatiye hilbijartin.

Bako Cebar ku xwendekarê beşa hiqûqê ye li Zaningeha Osloyê, destnîşan dike ku di hilbijartinên sala 2017an weke 7mîn endam li şaredariya wê navçeyê hatiye hilbijartin û diyar dike, “Lêbelê îsal ji ber kar û çalakiyên min, ez weke sêyemîn endamê şaredariyê hatin hilbijartin.”

Cebar, berbijêrê Partiya Karkeran a Norwecê bûye li navçeya Fartherê û amaje bi wê dike ku ji bo penaberên Kurd û netewên din ên li herêma wê şaredariyê kar û xebat birêve birine û cih bo wan dabîn kirine.

Di encûmena şaredariya Fartherê 36 endam hene û partiya wî ciwanê Kurd xwediya 9 kursiyan e. Partiya Rast jî xwediya 10 kursiyan e û kursiyên din jî bi ser çend partiyên din ve belav dibin.

Bako sala sala 1996an jidayîk bûye û xelkê Hewremanê ye li Başûrê Kurdistanê. Lêbelê ev maweyê 18 sal in, li gel kesûkarên xwe li Norwecê dijî. Yek ji wan yarîzanên baş e û ji futbolê hez dike. Di demeke zû de jî li gel çand û civaka wî welatî entegre bûye.

Rudaw
Top