Bakûr – Xortekî Geverî dronek çêkir
Xortekî Geverî bi navê Bedran Tûner (19 salî), ku par rûçkê wî şêwitîbû û neştergeriya rûçik jê re hatibû kirin, karekî balkêş kir.
Bedran Tûner, di çar mehan de û bi hûrik û pirtîkan firokeyeka bê pîlot (drone) çêkir.
Bedran ji ajansa Anadolu re gotiye, diravê wî nebû droneka nû bikire ji ber wê jî biryar da bi destê xwe drona xwe çêbike.
Firokeya ku Bedran çêkiriye, giraniya wê 4 kg e û dikare 900 metran bilind bibe, 5 kîlometran diçe û vedigere, nîv saetê jî dikare di hewayê de bimîne.
Basnews