• Wednesday, 01 May 2024
logo

Karê hûnerî yên du jinan li ser kevirên Mûnzûrê

Gulan Media August 18, 2019 Corane
Karê hûnerî yên du jinan li ser kevirên Mûnzûrê
Du jinên heval ên li Pûlûra navçeya Dêrsima Bakurê Kurdistanî dijîn keviran ji Çemê Mûnzûrê kom dikin bi teknîkên cuda boyax dikin û difroşin, herdu jin bi vî awayî alîkarîyê didin malbatên xwe.



Dîlan Şanli (25) û Eser Tat (26) ên ku li Pûlûrê dijîn ji bo dema xwe derbas bikin xîç ji Çemê Mûnzûrê kom kirin û li ser wêne çêkirin.







Herdu jinan wêneyên berhemên ku wekî hobî çêdikirin li ser medyaya civakî parve kirin. Ji ber ku berhemên wan hatin ecibandin jî li Taxa Pulurê ji xwe re atolye vekirin.



Dîlan û Eser li ser kevirên/xîçên ji Çemê Mûnzûrê kom dikin xalxalok, qîzela, guldexwîn, kûçik, pişîk û motîkên din xêz dikin û ji wan amûran çêdikin.


Herdu jin piraniya dema xwe li atolyeyê derbas dikin û amûrên bi kedeke mezin çêdikin jî li ser medyaya civakî difroşin. Dîlan û Eser ji bo siparîşan bigihînin çar aliyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gelekî dixebitin.



Dîlan Şanli diyar kir ku beşa darayî ya Fakulteya Zanistên Îdarî û Îqtisadî ya Zanîngeha Cumhuriyetê qedand.

Şanli got piştî qedandina perwerdeya zanîngehê çûye Pûlûrê û li vê derê dijî û wiha pê de çû: "Min û hevala min a Eser wekî hobî dest bi boyaxkirina keviran kir. Me paşê kevirên boyaxkirî li ser medyaya civakî belav kir û eleqeyeke mezin dîtin. Me jî got em dest pê bikin an keviran bifroşin."

Şanli diyar kir ku ew kevirên taybet ji Çemê Mûnzûrê kom dikin di çêkirina berheman de bi kar tînin, ji ber ku zêde eleqeyê dibînin jî ji xîçan nîşaneyên klubên sporê çêdikin û got: "Her ku diçe em cureyên berheman zêde dikin. Heke xêzeke hêsan be em di nav 5 xulekan de temam dikin. Lêbelê heke zor be jî di navbera 10 û 15 xulekan de çêdikin."

Eser Tat da zanîn ku beşa xebitandina geştyarî û otêlê ya Zanîngeha Duzceyê qedandinye û ji bo dema xwe derbas bikin dest bi boyaxkirina keviran kirin û got: “Dema dest bi vî karî kirin nedihat hişê min ku ew dê evqasî eleqeyê bibînin. Me wekî hobî dest pê kir li ser xîçan wêne xêz kirin. Me digot em dê li malên xwe wekî xeml bi kar bînin. Me wêneyên berhemên xwe kişand û li ser medyaya civakî belav kir. Gelek hatin ecibandin. Kesên ku dîtin gotin, gelo hûn dikarin bifroşin me. Me jî hobiya xwe vegerande bazirganiyê. Em eleqeyeke mezin dibînin û kêfxweş in."

Rudaw
Top